Îro 14 sal li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derbaz dibin
Kurdistan 02:39 PM - 2026-07-19
Medya
Dîmenek ji şervanên jin
Şoreşa
19ê Tîrmehê, yan jî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê; serhildana siyasî û leşkerî ye
ku di 19ê Tîrmeha 2012.an de li deverên bakur û bakur-rojhilatê Sûriyê û
Rojavayê Kurdistanê dest pê kir ku wê yekê rê li ber damezrandina Rêveberiya
Xweser ya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir.
*Şoreşa Rojava hêla Sêyemîn di tekoşîna xwe de hilbijart
Şoreş ne
bûyereke xweber bû; berevajî wê, ew berhema mîrateyeke berhevkirî ya têkoşîna
tevgera siyasî ya Kurd ya bi dehsalan li dijî siyasetên marjînalîzekirinê bû û
bi destpêkirina serhildana gelêrî ya Sûriyê di Adara 2011.an de, Kurdên li
bakurê Sûriyê "Hêla Sêyem" ji bo xwe bijartin.
Hêla Sêyemîn çiye?
Hêla
Sêyemîn ne alîgiriya rejîma Sûriyê û ne jî ya grûpên çekdar yên opozisyona Sûriyê eye, li şûna wê bal kişandin ser birêxistinkirina civakê ji hundir û
parastina herêmên xwe.
*Çirûska destpêkê ya Şoreşa Rojava li Kobaniyê roja 19ê Tîrmeha 2012.an dest pêkir
Çîrûska
destpêkê ya şoreşê di 19ê Tîrmeha 2012an de li bajarê Kobaniyê hate vêxistin,piştî
vekişîna hêzên rejîma Sûriyê ber bi bajarên mezin ve, akinciyên herêmê û
komîteyên gel bi bê şer û pevçûnên mezin û xwînî, navendên hikûmetê û avahiyên
Partiya Beisê kontrol kirin.
Piştre kontrol
bi lez berfireh bû û bajarên Efrîn, Amûdê, Dirbêsiyê, Dêrik û Qamîişloyê jî di
nav xwe de girt ku jiyana giştî bi riya avakirina "komînan" (civatên
herêmî yên biçûk) û Rêveberiya Xweser ya saziyên xizmetguzariyê hate
birêxistinkirin.
*Şoreşa
Jinan û pêkhateyên cûr bi cûr
Şoreşa
Rojava di asta navneteweyî de wekî "Şoreşa Jinan" hate pênasekirin,jinan
Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ava kirin, ku bi biryardarî li eniyên pêş şer
kirin;Rêveberiya Xweser ji bo hemî erk û peywirên birêveberî û siyasî pergala
hevserokatiyê bi cih anî,wekî din, şoreş ji karakterê xwe yê destpêkê yê bi
tevahî Kurd veguherî projeyeke neteweyî ya berfireh.
Civakên
cihêreng yên herêmê di nav de Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî û Tirkmen ku hemî
beşdarî avahiyên siyasî û leşkerî bûn.
* Qonaxên Sereke yên Leşkerî û Zehmetî
Projeya
siyasî û leşkerî ya Rojava bi zehmetiyên hebûnî û êrîşên dijwar yên ji gelek
aliyan ve re rû bi rû ma:
*Şerê
Kobaniyê (2014–2015): DAIŞê bajar dorpêç kir; lê belê, berxwedana dijwar ya
Yekîneyên Parastina Gel û Jinan (YPG/YPJ), ku bi piştgiriya esmanî ya
Hevpeymaniya Navneteweyî ve dihat piştgirîkirin, rêxistina DAIŞê bi paş de xist
û destpêka hilweşîna wê ya herêmî nîşan da.
*Avakirina
Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD): Wekî hevpeymaniyeke leşkerî ku ji şervanên Kurd,
Ereb û Xiristiyan pêk tê hat damezrandin, ew bû hevkarê sereke yê civaka
navneteweyî di şerê li dijî terorê de.
*Operasyonên
Leşkerî yên Turkiyê: Herêm bi operasyonên leşkerî yên rasterast re rû bi rû ma
ku di encamê de komên ku ji hêla Turkiyê ve têne piştgirîkirin; deverên wekî
Efrîn (2018), Serêkaniyê û Til Ebyadê (2019) dagîr kirin.
5-Encamên Şoreşê û Veguherîna Dîrokî (2025–2026)an.
Piştî
pêşketinên siyasî yên aloz di nav de
hilweşîna rêjîma Sûriyê ya kevin li Şamê û çêbûna hikûmeteke veguhêz - projeya
Şoreşa Rojava derbazî qonaxeke nû bû, piştî çend peymanan ku negihan serî;
dawiyê pêvajoya entegrasyonê bi saya Peymana 29ê Çileyê ku di navbera Serokê
Veguhêz yê Sûriyê Ehmed El Şereh û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk
(HSD) Mezlûm Ebdî de dest pê kir û ber bi aramiya siyasî ya berfireh ve çû;li
ser bingeha peymanên neteweyî yên nû, Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û
Rêveberiya Xweser li hev kirin ku bi fermî tevlî li Artêşa Sûriyê û saziyên
dewleta Sûriyê ya navendî û piralî bibin;bi vî awayî bi bandor salên şerê
çekdarî bi dawî bûn, Biryarnameya El Şereh ya 13.an der ket ku beşek ji mafê
Kurdan li wan vegerand,bi vî awayî Kurd ji şerê çekdarî, niha berê xwe dane qada
siyasî û di nava Civata Gel ya Sûriyê de niha şerê parastina hebûn û nasnameya
xwe dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

