Turkiye hêzên xwe gav bi gav ji Efrînê vedikşîne
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-21
Medya
Dîmenek bargeha serbazî ya Artêşa Turkiye li gundewarê Efrînê
Turkiye hêzên xwe gav bi gav ji gundewarê bajarê Efrînê vedikşîne û daxwaz ji akinciyên kurd dike ku vegerin ser mal û milkên xwe.
Di wê derbarê de; Ibrahîm
Şêxo,Çalakvanê Mafên Mirovan ragihand ku,Artêşa Turkiyê xwe ji bo vekişîneke
tam ji baregeha xwe ya leşkerî ya li navçeya Raco amade dike û gundiyan agahdar
kirine ku ew dikarin vegerin ser malên xwe.
Li gorî çavkaniyên ji nav gundê El-Cebaliya (Çiyê)
yê li navçeya Raco ya gundewarê Efrînê, artêşa Turkiyê dest bi pêngavên
destpêkê kiriye ji bo vekişîna tam û valakirina baregeha xwe ya leşkerî ya li
wî gundî.
Heman çavkaniyan aşkere kiriye ku, ji gundiyan re
hatiye gotin ku ew dikarin hema ku vekişîn bi dawî bibe, vegerin ser mal û
milkên xwe, ev jî pêngaveke wisa ye ku piştî salên dagirkeriyê û qedexeya li
ser niştecihan ya ji bo ketina gund,dikare rê li ber bidawîbûna hebûna leşkerî
ya li gund veke.
Çavkaniyan her wiha diyar kirine ku ji niştecihan
re hatiye hatiye gotin:Ew dikarin ji îro, Sêşemê 21ê Tîrmehê dest pê bikin û
vegerin malên xwe.
Ev vekişîn cara yekem e ku hêzên Turkiyê ji dema ku
di 18ê Adara 2018an de bajarê Efrînê xistibûn bin kontrola xwe ve, gundekî li
herêma Efrînê vala dikin,ji wê demê ve, rê li ber şêniyên gund hatiye girtin ku
vegerin malên xwe, û ev vegera plankirî piştî salên koçberiyê dibe qonaxeke
girîng.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

