Bermahiyên şer li Şingalê metirsî li ser jiyana welatiyan çêkiriye
Kurdistan 03:40 PM - 2026-07-23
Kurdistanî Nwê
Dîmenek ji wêraniya li Şingalê
Ji ber şerê dijî çekdarên DAÎŞê di sala 2015an de, qeza Şingalê
wek yek ji herêmên herî zêde ziyanpêketî yên Iraqê tê hesibandin. Heta niha jî
ji ber bandor û bermahiyên wî şerî dinalîne. Mîn û bermahiyên şer li bajar, bi
taybetî ji bo şêniyên li derdora bazara kevn a navenda Şingalê, hîn jî
metirsiyeke berdewam û cidî ne li ser jiyana welatiyan.
Hebûna bermahiyên cengî li Şingalê, ne tenê pirsgirêkek
mirovî û ewlekarî ye, belkî wek yek ji astengiyên herî girîng ên li ber proseya
paqijkirin, avadankirin û geşepêdana bajarî tê dîtin. Her wiha ev metirsî
rasterast bandoreke negatîf li ser vegera awareyan, ji nû ve avadankirin,
pêşkêşkirina xizmetguzariyên bingehîn û vegerandina jiyana asayî bo navenda
Şingalê dikin.
Paqijkirina hemû bermahiyên cengî wek yek ji pêdiviyên sereke
yên ji bo bi destxistina îstîqrar û ewlehiya şêniyên Şingalê tê zanîn.
Nîgeraniya welatiyanHisên Şingalî, welatiyekî şêniyê Şingalê ye, ji rojnameya Kurdistana Nwê re axivî û got: Hebûna bermahiyên şerê dijî DAÎŞê li beşek ji xanî û dikanên bazara kevn a navenda Şingalê, metirsiyeke mezin li ser jiyana welatiyên bajarî çêkiriye, bi taybetî ji bo wan kesên ku li derdora bazara kevn û xaniyên hilweşiyayî de dijîn.
Her wiha got jî: Em hêvîdar in ku aliyên peywendîdar kampanyayeke giştî ya paqijkirinê ji bo bermahiyên şer dest pê bikin, da ku jiyana asayî vegere bo welatiyên bajarî û giyana zarokên me parastî be.
Xalid Qasim, awareyekî qezaya Şingalê ye, ji Kurdistana Nwê re got: Bermahiyên şerê dijî DAÎŞê li Şingalê, bi taybetî di nav xanî û bazara kevn a bajarî de, dîmenekî tirsnak e û hîn jî metirsiyeke cidî ye li ser jiyana welatiyan. Her wiha rêgire li vegera hemû koçban bo navenda Şingalê û proseya avadankirina bajêr.
Her wiha got: "Em daxwaz ji aliyên peywendîdar ên her du hikûmetên navendî û Herêma Kurdistanê dikin ku êdî beramberî bajarê me xemsar nebin û pêwîst e bi dabînkirina hemû xizmetguzariyan giringiyeke temam bide qezaya Şingalê.
Rizamendiya welatiyanLiser vê yekê, Cîgirê parêzgarê Neynewa Elî Omer ji Kurdistana Nwê re ragihand: "Di salên borî de piraniya cihên şerê dijî DAÎŞê li Şingalê ji aliyê lîwaya leşkerî ya endezyarî û rêxistinan ve ji mîn û bermahiyên cengî hatine paqijkirin. Her wiha piraniya xanî û bazara kevn a navenda Şingalê hatiye paqijkirin."
Her wiha got jî: "Dibe ku bermahiyên teqemeniyan hîn di beşek ji xaniyan de hebin, lê ew xanî û dikanên hilweşiyayî milkê taybet ê welatiyane, ji ber wê hikûmet bêyî destûra xwediyên wan nikare wan paqij bike. Eger na, du caran şaredarî û parêzgarê Neynewa daxwaz kiriye ku xanî û bazara kevn a Şingalê bi temamî bê paqijkirin û avadankirin, lê xwediyên wan xanî û dikanan heta niha bersiva daxwazên îdareya parêzgeha Mûsilê nedane. Di heman demê de xwediyên wan zêdetir li bende ne ku ji aliyê hikûmeta navendî ve bên qerebûkirin."
Li bazara kevn a Şingalê nêzîkî 400 xanî û dikan hene ku di serdemê şerê dijî DAÎŞê de hatine hilweşandin.
Dîroka bazara kevnJi aliyê xwe ve Serokê Şaredariya qeza Şingalê Kemal Şero, ji Kurdistana Nwê re got: "Piraniya xanî û dikanên hilweşiyayî yên bazara kevn a Şingalê hatine paqijkirin, lê ji ber ku ew xanî û dikan milkê taybet ê welatiyane, hikûmet nikare bêyî destûra wan bi başî wan paqij bike û avadan bike, Bê guman ew yek jî şêniyên derdora wan xanî û dikanan nîgeran kiriye û rehet nîn in."
Her wiha got: "Berê kompaniyek hatibû bi mebesta avadankirina wê bazarê û wan xaniyan, lê hejmareke gelek kêm ji xwediyên wan xanî û dikanan amade bûn."
Di dema şerê DAÎŞê de di sala 2015an de, ziyaneke gelek mezin gihîşt bazara kevn a Şingalê û xaniyên derdora wê, beşeke zêde ya wan hilweşiyan û heta niha nehatine avaedankirin. Di heman demê de çekdarên DAÎŞê ew herêm wek bingeheke stratejîk ji bo parastina xwe bi kar anîn, ji ber wê şerekî sext tê de rû da û bû sedema têkçûna temamî ya bazarê û xaniyên derdora wê.
Bazara kevn a qezaya Şingalê beriya sala 1928an hatiye avakirin, lê di sala 1950î de li ser rûbereke berfirehtir ku zêdetirî 60 hezar metreyên çargoşe ye ji nû ve hatiye avadankirin û berfirehkirin û yek ji navendên bazarganî yên herî girîng ên bajarî û herêmê bûye bi giştî.
PUKMEDIA/Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
10:12 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
DNO: Berhemhênana me ya petrolê li Kurdistanê %99 daketiye
11:14 AM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pêvajoya Çaksaziya Pêşmerge û Çarenivîsa Piştgiriya Navneteweyî
Kurdistan 03:22 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi şêwirmenda leşkerî yê Holendayê re civiya
Kurdistan 02:04 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27



.jpg)


Aplîkêşin

