Guterres li Şame û bendewarî ji bo misogerkirina mafên hemû pêkhateyan tê kirin
Cîhan 10:31 AM - 2026-07-25
sana
Pêşwaziya li
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, îro roja
şemiyê 25/7/2026`an, di serdaneke fermî de, ku ev serdan a yekem a Sekreterê Giştî yê
Neteweyên Yekbûyî ye ji sala 2009an ve, gihîşt Şamê paytexta Sûriyê. Armanca
vê serdanê ew e ku piştevaniya rêxistina navneteweyî ji bo qonaxa veguhêz û
avakirina dewleteke bi îstqrariririr û berfirehtir piştî guhertina siyasî ya ku
welat pê re derbas bûye, tekez bike.
Hevdîtinên bi Rêbertiya Sûriyê reWezîrê Derve yê Sûriyê Esad Şeybanî li Balafirxana Navneteweyî ya Şamê pêşwazî li Guterres û şandeya pê re kir. Tê çaverêkirin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bi Serok Ehmed El-Şeri re bicive, li gel lidarxistina civînan bi berpirsên hikûmî, nûnerên civaka sivîl û rêxistinên ku bi mafên jinan re mijûl dibin re.
Piştgiriya Veguhastina SiyasîBiryare serdan wê heya roja duşemê bidome, tê de Guterres wê pabendbûna Neteweyên Yekbûyî bo piştgiriya Sûriyê di qonaxa veguhêz de, û xebatên ji bo xurtkirina saziyên dewletê û pêşxistina îstîqrar û pêşketinê bi rengekî ku xizmeta hemû Sûriyan bike, tekez bike.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric diyar kir ku; derfeta niha ne tenê bi derbaskirina bandorên şer sînorkirî ye, lê belê ew bingehên pêşerojeke ku bi îstîqrar û tevgeriyeke berfireh tê naskirin jî dihewîne û tekezî li ser misogerkirina beşdariya hemû pêkhateyên civaka Sûriyê di jiyana siyasî û giştî de dike.
Dosyaya Kurdan û Mafên PêkhateyanSerdan di demekê de tê, ku bangewazên navneteweyî yên ji bo avakirina pergaleke siyasî ku beşdariya wekhev ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê, di nav de Kurd jî, misoger bike, zêde dibin. Ev yek bi rêya naskirina mafên wan ên rewa yên siyasî, çandî û îdarî di çarçoveya dewleta nû ya Sûriyê de pêk tê, ku bi vî rengî prensîba hemwelatîbûna wekhev xurt dike û destûrekî ku mafên hemû Sûriyan bêyî cudakarî diparêze, datîne.
Civaka navneteweyî bi berdewamî tekez dike ku serkeftina qonaxa veguhêz bi avakirina saziyên giştî yên ku pirrengiya Sûriyê nîşan didin ve girêdayî ye, û ew temsîlekî adil û rêzgirtina li maf û azadiyan ji bo hemû pêkhateyan misoger dike.
Serdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di demekê de ye ku hêzên kurdî, û di serî de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi serokatiya Mezlûm Ebdî, hêvî dikin ku qonaxa veguhêz bighêje çareseriyeke siyasî ku naskirina destûrî ya mafên Kurdan misoger bike, prensîba nenavendiya îdarî xurt bike, û beşdariya adil ji bo hemû pêkhateyan di saziyên dewletê de garantî bike, bi awayekî ku bi bangên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo avakirina Sûriyeke berfirehtir û bi îstîqrar re li hev bike.
Garantiyên Destûrî di Qonaxa Veguhêz de
Mezlûm Ebdî, fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk, tekez dike ku çareseriya pirsgirêka kurd di çarçoveya Sûriyeke yekbûyî de ye, bi rêya garantiyên destûrî ku mafên siyasî, çandî û îdarî yên Kurdan misoger bikin. Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku danûstandinên bi Şamê re armanc dikin ku bigihêjin çareseriyeke neteweyî ku tevlêbûna hemû pêkhateyên Sûriyê di avakirina dewleta nû de garantî bike, û ev yek dûrî projeyên dabeşbûnê an cudabûnê ye.
Dosyayên Mirovî û Vegera KoçberanGuterres her wiha dê serdana navenda Hêzên Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Çavdêriya nehêştina pevçûnan (UNDOF) ya li Colanê bike, û dê bi berpirs û rêxistinên mirovî re rêyên piştgiriya vegera koçber û penaberan gotûbêj bike.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji dema guhertina siyasî ve nêzîkî 1.9 mîlyon koçberên navxweyî û 1.7 mîlyon penaber vegeriyane Sûriyê, di heman demê de bi milyonan Sûrî hêj pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye. Di heman demê de tekeziyeke navneteweyî heye ku serkeftina qonaxa bê bi şiyana koçberan a ji bo vegereke ewle û bi rûmet, vegerandina mafên wan û ji nû ve avakirina jiyana wan tê pîvandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

