Di bin çavdêriya Şêx Cefer de 210 efser hatin xelatkirin
Kurdistan 05:58 PM - 2026-07-29
Nivîsingeha Rojnamevanî ya Şêx Cefer Şêx Mistefa
Di bin çavdêriya Şêx Cefer de 210 efser hatin xelatkirin
Îro,Çarşem rêkefta (29-07-2026) an Heval Şêx Cefer
Şêx Mistefa, Berpirsê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind ya Yekîtiya
Neteweyî ya Kurdistanê (YNK),serokatiya
merasîm û civînek kir ji bo rûmetkirina 210 efserên ku ji gera pêncemîn ya
perwerdehiyê li Koleja Leşkerî ya Qelaçiwalanê mezûn bûn.
Di merasîmê de,ku li ser erkê Melbenda Rêkxistina
Silêmaniyê birêve çû, her yek ji Ferîq
Rukin Omer Salih, fermandarê Hêza 70. Serkewt Zekî, endamê Mekteba Siyasî û
çavdêrê navendên rêxistinên Silêmanî û Çemçemalê, Lîwa Rukin Teha Mihemed Emîn, Ragirê Koleja Leşkerî
ya Qelaçiwanlanê û hejmarek ji fermandarên bilind yên Hêza Pêşmerge û
ewlekariyê amade bûn.
Heval Şêx Cefer li ser navê xwe, heval Bafil Celal
Talebanî, Qubad Talebanî û fermandarên payebilind yên Pêşmerge pîrozbahî li
efserên nû mezûn bûn û got: Hûn dê bibin bingeha Artêşa
Yekgirtî ya Kurdistanê, ku karê wê yê sereke parastina destkeftiyên gelê Kurdistanê
û şerkirina li dijî gefên li ser neteweya me ye, ji ber vê
yekê, divê hûn erkên xwe bi giyanek neteweyî ya Kurdewarî bicîh bînin.
Her wiha kêfxweşiya xwe anî ziman ku ciwanên
Kurdistanê bi coş û kelecan diçin koleja leşkerî daku di pêşerojê de bibin
fermandar û parêzvanên ax û welêt.
Di beşek din ya axaftina xwe de, wî tekez kir ku
tiştê ku rû dide û tiştê ku hûn niha dibînin, ewqas bi hêsanî ne hatiye
bidestxistin,di vê çarçovê de, wî kurteçîrokek li ser zilm û
zordariya ku li ser gelê Kurdistanê hatiye pêşkêş kir;ku qurbaniyên bêhejmar yên
ku kurên gelê me di Enfal, jenosîd, êrîşên kîmyewî û şewitandina axa welêt de
dane û got:Em di nav hemû êş û azaran de hatine vir,divê hûn rabirdûya geş ya
gelê xwe ji bîr nekin, lê divê hûn destkeftiyan biparêzin û bi giyanek sebir
xizmetê bikin û rêbaza şehîdan bidomînin.
Heval Berpirsê Civatê, di berdewamiya pêşniyar û
şîretên xwe de ji efserên ciwan re ragihand ku ; îro hûn li
vir dest pê dikin, karê we yê sereke parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û
vegerandina deverên Kurdistanî yên li derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, û hêvî
kir ku di pêşerojê de ew hemî bibin fermandarên jêhatî da ku xizmeta gelê xwe
bikin.
Di merasîmê de, rêveberê baregehên rêxistinê li
Silêmanî û Çemçemalê û dekanê koleja leşkerî ya Qelaçiwalanê axaftin kirin û pîrozbahî
û piştgiriya xwe ji efseran re pêşkêş kirin.
Di dawiyê de, li ser navê mezûnên dewreya pêncemîn ya
perwerdeyê ya Koleja Leşkerî ya Qelaçiwalan,hejmarek ji derçûyan bawernameyên
rêzgirtin û pîrozbahiyê pêyam pêşkêş kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

