Reuters: Herikîna Petrola Iraqê bo Tirkiyeyê tevî bidawîhatina peymanê berdewam dike
Aborî 03:08 PM - 2026-07-30
Reuters
Boriya Petrola Kerkûk Ceyhan
Li gorî ku du jêderên Tirk ji ajansa Reuters, îro Pêncşemê
ragihandine ku, herikîna petrola xav a Iraqê ber bi
bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve bi riya xeta boriya Kerkûk - Ceyhanê bêyî navber berdewam dike, tevî ku peymana
rêkxer a bikranîna boriya di navbera her du welatan de bi dawî hatiye û
danûstandin ji bo dirêjkirina wê ji bo 12 mehên din berdewam in.
Roja Duşema borî 27/7/2026an, dema derbasdariya peymana
dualî ku bikaranîna boriya Iraq-Tirkiyeyê di nava dehsalan de birêve dibir bi
dawî hat, bêyî ku Bexda û Enqere peymana dirêjkirinê îmze bikin. Ev yek di
serdana Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bo Tirkiyeyê û civîna wî ya bi Serokkomar
Recep Tayyip Erdogan re di roja Sêşemê de pêk hat.
Yek ji jêderan da zanîn ku boriya navborî ku tenê dergeha
hinardekirinê ya xebatkar a Bexdayê ye, dê bi hewldanên berdewam ên di navbera
her du welatan de bixebite da ku bigihêjin peymaneke demkî ku herikîna neftê di
dema danûstandinên li ser çarçoveyeke nû de misoger bike.
Wezareta Wize ya Tirkiyeyê û Wezareta Petrolê ya Iraqê ti
daxuyaniyeke fermî derbarê rewşa boriya piştî bidawîhatina peymana berê de
nedan.
Pêştir Wezîrê Wize yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, di
destpêka vê mehê de ragihandibû ku her du welat gihiştine têgihiştineke ji bo
dirêjkirina peymanê ji bo salekê, û tekez kiribû ku danûstandin kete qonaxa xwe
ya dawî.
Lê belê, serdana Serokwezîrê Iraqê bo Enqerê bû sedema
îmzekirina dirêjkirinê, di heman demê de Erdogan tekez kir ku her du welat
armanc dikin ku di zûtirîn dem de peymaneke berfireh a hevkariyê di warê wizeyê
de îmze bikin.
Tê çaverêkirin ku dirêjkirina demkî bide Bexda û Enqerê ku
zêdetir demê bidin ji bo danûstandinên li ser peymaneke berfirehtir, ku ne tenê
bi berdewamkirina xebata boriya sînorkirî be, belkî zêdekirina sûdwergirtina ji
kapasîteya wê û girêdana wê bi herêmên nû yên hilberînê re jî bigire nav xwe.
Tirkiye dixwaze rêjeyên bikaranînê yên boriya petrolê bilind
bike, ku kapasîteya wê nêzî 1.5 milyon bermîlî ye di rojekê de, û dibe ku wê
heta zeviyên neftê yên li başûrê Iraqê jî dirêj bike.
Daneyên Tirkiyê nîşan didin ku boriya niha tenê nêzî 170
hezar bermîlî di rojekê de vediguhêze, ku dike nêzî 11 ji sedî ji kapasîteya
xwe ya herî zêde.
Boriya navborî dergeheke sereke ye ji bo hinardekirina
petrola zeviyên bakurê Iraqê bo bazarên cîhanî, bi riya bendergeha Ceyhanê ya
li ser Deryaya Spî, di heman demê de pêşvebirina wê rêgeheke din dide Bexdayê
ku xavê dûrî bendergehên başûr hinarde bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

