Bi fermana serokwezîr hemû yekîneyên leşkerî yên Îraqê xistin rewşa amadebaşiyê
Êraq 09:58 PM - 2026-07-31
PUKMEDIA
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî
Ji bo pêşîgirtina li her tevgereke neberpirsiyar û parastina
ewlehiya navxwe li hember hewldanên derveyî ji bo xistina nava pirsgirêkan, bi
fermanbariya serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Îraqê, hemû
yekîneyên leşkerî xistin rewşa amadebaşiyê û tekez li ser xurtkirina sîstemên
parastina asmanî hat kirin.
Sebah Nûman, berdevkê fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên
Îraqê ragihand: Bi fermana Elî Zeydî serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên
çekdar ên Îraqê, tewahiya yekîneyên leşkerî xistin rewşa amadebaşiyê.
Wî herwiha ragihand: Ev gava bi armanca girtina pêşiya her
karekî takekesî an jî bi komî neberpirsiyar li derveyî çarçoveya fermandariya
giştî ya hêzên çekdar ên Îraqê ye.
Berdevkê fermandarê giştî da xuyakirin: Divê lez bê kirin di
dabînkirin û tijîkirina çekan a taybet bi sîstematîkên radar û dîtina pêşwext û
parastina asmanî de, ji ber ku parastina ewlehiya navxwe bi temamî erk û
berpirsiyariya taybet a sazgehên leşkerî û ewlehiyê yên dewletê ye.
Sebah Nûman herwiha ragihand: Hin aliyên derveyî hewl didin
ax û esmana Îraqê bixin nava hevkêşe û pirsgirêkan, lê belê sîstemên leşkerî û
ewlehî yên Îraqê bi asta herî bilind a rêxistinî û amadebûnê reftarê bi
pêşhateyan re dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

