Îraq û Turkiye ji bo berdewamiya hinardekirina petrolê bi riya Bendera Ceyhanê peyman îmze kirin
Kurdistan 04:25 PM - 2026-08-01
Ragihandina Wezareta Petrolê
Civîna şandeyên Îraq û Turkiye li Enqerê
Wezîrê Wuze û Çavkaniyên Xwezayî yê Turkiye,
Alparslan Bayraktar, îro, Şemî rêkefta (01-08-2026).an, îmzekirina peymanek di
navbera Bexda û Enqerê de derbarê bikaranîna hêla petrolê ya ku heta bendera
Ceyhanê ya Turkiyê dirêj dibe ragihand.
Bayraktar di daxuyaniyên rojnamevaniyê de got:Îraq
û Turkiye di derbarê bikaranîna hêla petrolê ya ku dirêjî bendera Ceyhanê ya Turkiyê
dibe de peymanek îmze kirin, bi armanca xurtkirina hevkariya petrolê di navbera
her du welatan de û hêsankirina veguhastin û hinardekirina petrola xav ya Îraqê.
Îro li bajarê Enqerê civîneke berfireh di
navbera rayedarên Îraqî û Turk de hate lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Petrolê ya Îraqê,
"Aliyê Îraqî bi serokatiya Wezîrê Petrolê Basim Mihemed Xudeyr El-Ebadî, û
aliyê Turkî jî bi serokatiya Wezîrê Wuze û Çavkaniyên Xwezayî yê Turkiyê
Alparslan Bayraktar bû.
Di daxuyaniyê de hatiye:Di civînê de li ser
rêkeftinek ji bo veguhestin û barkirina petrola xav ya Îraqê bi riya boriya Îraq-Turkiyê
bo bendera Ceyhanê ya Turkiyê gotûbêj hat kirin,rêkeftin dê ji bo salekê be,
heta ku rêkeftinek çarçoveyî ya ku çend kertên (kareba, çavkaniyên avê û
petrol) vedihewîne, bi dawî bibe û hat destnîşankirin ku "kêmtirîn birê
hinardekirina petrola xav ya Îraqê dê rojane 750 hezar bermîl be.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm El-Rikabî îro di destpêka vê
peymanê de ragihand ku armanca vê peymanê ewe ku berdewamiya hinardekirina
petrola xav Ya Îraqê bi rIya bendera Ceyhanê ya Turkiyê misoger bike û dazanîn ku
"peyman ji aliyê Îraqê ve Kompaniya Bazarkirina Petrolê ya (SOMO) û Kompaniya
Petrolê ya Bakur, û ji aliyê Turkiye ve jî Kompaniya Turkî BOTAŞ li xwe digire.
Her weha got:Peyman şiyana hinardekirinê ya
rojane 750 hezar bermîl destnîşan dike ku bidestxistina van biran bi başkirina mercên
ewlehiyê li Herêma Kurdistanê û vegera kompaniyên biyanî, ji nûve destpêkirina
hilberînê li herêmê, û her weha veguhestina petrolê ji başûr ber bi bakur ve
girêdayî ye.
Navbirî tekez kir ku, ev peyman wek pêşgotinekê
ye ji bo peymanek berfireh ku armanc dike şiyana hinardekirinê ji milyonek
bermîlan zêdetir di rojekê de, piştî temamkirina boriyê (Besre - Hedîse -
Kerkûk - Ceyhan) zêde bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

