Piştî têkilî û erkên dîplomatîk ên berfireh.. Trump ragihand ku êrîşên li ser Îranê tên rawestandin
Cîhan 09:58 AM - 2026-08-02
PUKMEDIA
Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîka û Îsraîl
li ser daxwaza Tehranê û welatên din ên herêmê li hev kirine ku êrîşên ku ji bo
li dijî Îranê hatibûn plankirin ragirin, bi mercê ku di zûtirîn demê de
bigihîjin rêkeftinekê.
Trump di peyameke xwe de li ser platforma xwe "Truth
Social" got ku Amerîka amade ye ku Komara Îslamî ya Îranê bi astên terora
leşkerî û hêzeke ku ji Şerê Cîhanî yê Duyemîn ve nehatiye dîtin de lê bixe.
Lêbelê, Îranê û welatên din ên Rojhilata Navîn nû ji me
xwestin ku em her êrîşekê rawestînin. Li ser vî daxwazî, min qebûl kir ku êrîşê
betal bikim, bi mercê ku di zûtirîn demê de bigihîjin rêkeftinekê. Îsraîl jî di
vê pabendbûnê de beşdarî min dibe.
Wî diyar kir ku rêkeftina pêşniyarkirî vekirina tavilê û tam
a Tengava Hurmuzê û bidawîanîna gefa nuklerî ya Îranê ku wî daye tomarkirin,
dihewîne û da zanîn ku wî qebûl kiriye ku êrîşê betal bike ji bo berjewendiya
cîhanê û her wiha ji bo pêşeroj û geşepêdana Îranê. Û tekez kir ku Îsraîl jî
beşdarî vê pabendbûnê ye.
Torê nûçeyan a CBS News ragihandibû, ku Waşinton û Tel Ebîbêpilan
danîbûn ji bo destpêkirina kampîneke leşkerî ku binesaziya enerjiyê ya Îranê
armanc bike, ku berî Trump gotibû eger rageşî berdewam bike wê zext li ser
Îranê bike.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî hişyarî da ku her
çalakiyeke leşkerî ya nû ya Amerîkî an Îsraîlî dê bi bersiveke "yekalîker
û guncaw" re rû bi rû bimîne, di heman demê de Wezaretê tekez kir ku
Tehran dê hemû rêbazan bikar bîne da ku parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û
berjewendiyên xwe bike.
Ger hewldanên dîplomatîk di serxistina têgihiştina ku Trump
behsa wê kir de serketî bin, ev yek dikare bibe guhereke girîng di rêça krîzê
de, lêbelê her peymaneke dawî hîn jî girêdayî erêkirina hemû aliyan û
bicihanîna pabendbûnên ewlekarî û siyasî yên ku tê de danûstandin tên kirin e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

