SerokKomar: Bicihanîna dadperwerî ji bo Êzidiyan û jinûveavakirina Şengalê erkekî nîştimanî û exlaqî ye
Êraq 12:35 PM - 2026-08-03
PUKMEDIA
Serokkomarê Îraqê
Serokkomarê Nîzar Amêdî, di 12emîn salvegera jenosîda
Êzîdiyan de daxuyaniyek weşand, û tekez kir ku bicihanîna dadperweriyê ji bo
wan erkekî nîştimanî û exlaqî ye. Her wiha wî banga vegerandina koçberan û
jinûveavakirina Şengalê kir.
Ev naveroka daxuyaniyê ye:
Di 12mîn salvegera jenosîda Êzidiyan de, em li beramberî yek
ji sûcên herî hovane yên ku Îraqê di dîroka xwe ya nûjen de dîtine radiwestin.
Terora DAIŞê ne tenê kuştina mirovên bêguneh armanc dikir, lê belê hewl da ku
hebûna Êzidiyan ji holê rake û ev yek bi rêya kuştin, destdirêjî, koçberkirin û
wêrankirinê pêk anî, ev sûc dê her tim wekî lekeyeke reş di wijdana mirovahiyê
de bimîne.
Lê belê xelkê me yê Êzidî îsbat kir ku vîna jiyanê ji terorê
bihêztir e, wan tevî êş û azaran li ber xwe dan û bi xak, nasname û mafê xwe yê
jiyaneke serbilind ve girêdayî man.
Ji roja ku me bi şanazî berpirsyariya Serokatiya Komarê
girtiye stûyê xwe, me ev dosye xistiye rêza yekem a karên xwe yên li pêş. Ji
ber ku em bawer in, dayîna heq û mafên Êzidiyan ne pirsek e ku tenê bi
pêkhateyekê ve girêdayî be, lê belê ew mafekî nîştimanî û exlaqî ye ku bi
rûmeta hemû Îraqê ve girêdayî ye. Tiştê ku îro ji bo vê dosyeyê pêwîst e,
biryarên wêrek û gavên pratîkî ne daku dawî li êş û azara zêdetirî deh salan
bînin.
Bêguman vegera hemû koçberan bo warên wan, eşkerekirina
çarenivîsa revandî û windabûyan, jinûveavakirina Şengalê û hemû navçeyên
ziyandîtî, qerebûkirina qurbaniyan û dabînkirina jiyaneke aram û bi rûmet ji
wan re, divê bibin armancên rasteqîn û pêkan. Ji ber ku berdewamiya bandorên vê
karesatê piştî zêdetirî deh salan tiştekî nayê qebûlkirin e, û dadperwerî pêk
nayê heta ku Êzidî mafên xwe bi temamî bidest nexin.
Nîzar Amêdî
Serokkomar
Duşem 3yê Tebaxa
2026
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

