Elî Zeydî Dixwaze Çi Bike?

Êraq 03:34 PM - 2026-08-03
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî Nûsîngeha Ragihandinê

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî

Serdana Serokê Encumena Wezîrên Iraqê Elî Zeydî, bo Washington, Tehran û Enqereyê wekî nîşaneke zelal a tevgera nû ya dîplomatîk, siyasî û aborî ya Iraqê tê dîtin. Ji aliyekî ve ew hewldanek e ji bo xurtkirina peywendiyan, avakirina hevpeymaniyên nû yên aborî û leşkerî, û ji aliyekî din ve hewldanek e ji bo dîtina derfetên nû û çareserkirina pirsgirêkên asê mayî yên Iraqê bi welatên navçeyê re.

Elî Zeydî Dest bi Pêngavên Taybet Kiriye
Heta niha kabîneya hikûmeta Elî Zeydî bi temamî nehatiye avakirin, lê bernameya hikûmeta wî diyar e, ku ew jî pêk tê, ji çaksaziyê di warê aborî û peywendiyên navneteweyî de. Komek dosyayên giring ên din jî li Iraqê hene, ji ber wê pêwîst e Iraq vegere nava civaka navneteweyî.
Serokê Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Encumena Nûnerên Iraqê Herêm Kemal Axa, ragihand: "Ew sedemên di demên borî de pêgeha Iraqê li asta navneteweyî qels kiribûn û bûn sedema qelsbûna aboriya Iraqê. Ji ber van hikûmeta Elî Zeydî niha dest bi hinek pêngavên taybet kiriye; di serî de komkirina çekan di destê dewletê de, ku divê heta 30/9 Îlona îsal hemû karên wê bi dawî bibin. Ev kar piştgiriyeke navxweyî û navneteweyî jî bi dest xistiye."
Hemû Piştgiriya Zeydî Dikin

Karê din ê ku Elî Zeydî dest pê kiriye, rûbirûbûna gendeliyê ye; çimkî di hikûmetên li pey hev ên Iraqê de diyardeya talankirin û gendeliyê belav bûbû, û vê yekê kiribû ku saziyên dewletê di hemû waran de paşve biçin. Ew niha dest bi çaksaziyê di van dosyeyan de kiriye, her çend karê wî giran e jî, lê Çarçoveya Hevahengiyê, Kurd û Sune piştgiriya wî dikin, ku ev destkefteke mezin e ji bo Elî Zeydî.

Ew dixwaze dawî li wan pirsgirêkan bîne ku bi salan e Iraq ji ber wan dinale û ziyaneke mezin di warê madî û menewî de daye Iraqê. Ji ber wê, destpêkirina van dosyeyan piştgiriya welatan û ya navxweyî jî dixwaze. Ji ber vê yekê, beşek ji serdanên Elî Zeydî yên derveyî welat di wê çarçoveyê de ne. Beşeke din jî bi wê yekê ve girêdayî ye ku Iraq di warê aborî de di rewşeke xirab de ye û dixwaze çend kompanyayan bîne Iraqê da ku di sektorên cuda de veberhênanê bikin. Tenê di serdana xwe ya ji bo Amerîkayê de, wî 48 têgihiştin bi kompanyayên wê derê re îmze kirine ku bihayê wan ji 100 milyar dolarî zêdetir e. Di demên borî de jî bi nirxê zêdetirî 200 milyar dolarên din têgihiştin hatine kirin, û ev yek rewşeke aram dixwaze.
Guhertin Mezinin û Ne Biçûk in
Sîstema hikûmraniyê li Iraqê sîstemeke parlemanî ya demokratîk e. Serbarî wê yekê ku di demên borî de hat belavkirin ku Elî Zeydî dixwaze desthilateke navendî bişopîne, ev yek dê çi bandorê li ser Herêma Kurdistanê bike?

Herêm Kemal Axa dibêje: "Elî Zeydî dixwaze xwe bi guhertinên Rojhilata Navîn û navçeyê re biguncîne. Ew guhertin mezin in û ne biçûk in, û komek dosya û pirsên giring hene ku ew li ser dixebite. Her wiha ji bo rûbirûbûna wan gotinan, pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû were avakirin û bibe hikûmeteke bi hêz, da ku bikaribe li hemberî wan gotinan raweste."
Serdanên Zeydî ji Bo Çareserkirina Pirsgirêkên Darayî yên Iraqê ne
Derbarê vê pirsê de jî, Endamê Encumena Nûnerên Iraqê Dr. Cemal Koçer, ragihand: "Çûyîna Elî Zeydî bo wan welatan ji bo xurtkirina peywendiyan e, her wiha ji bo veberhênanê û anîna sermayedar û kompaniyên wan welatan e. Beşekî din ê serdanan ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî yên Iraqê ye, bi taybetî hinardekirina petrolê; çimkî niha Iraq di nava rewşeke darayî ya zehmet de ye. Serdana bo Îranê ji bo gotûbêjkirina çend pirsan bû, bi taybetî çareserkirina pirsgirêka gazê û dabînkirina wê ji bo stasyonên ceryanê. Her wiha serdana wî bo Tirkiyeyê ji bo hinardekirina petrolê bû û peymana hinardekirina 750 hezar bermîlî di rojekê de hate îmzekirin. Beşekî din ê serdanan jî têkildarî daxwaza Amerîkayê ye ji bo avakirina bereyeke dûrî bereya Îranê di navbera (Iraq, Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat, Urdun, Sûriye û Tirkiyeyê de), lê serdana wî ya bo Îranê ji bo çareserkirina dosyaya gazê ye, çimkî niha Iraqê deynekî mezin li cem wî welatî heye, û her wiha gihandina çend peyamên Amerîkayê bû ji bo serkirdeyên Îranê."
Piştgiriya Hikûmeta Iraqê Dikin
Amerîka û Brîtanya bi rêya Tom Barak piştgiriya hikûmeta Elî Zeydî dikin da ku desthilateke navendî ya bi hêz li Iraqê çêbibe. Bi taybetî Brîtanya, çimkî ew welat di tevahiya dîroka xwe de piştgiriya ti welatî nekiriye ku sîstema wî federal be, ji ber ku bixwe pirsgirêka wan herêman heye, Dr. Cemal Koçer wiha got.
Serdana Ji Bo Siûdiyeyê Têkçû
Li ser vê pirsê û êrîşên komên çekdar bo ser Siûdiyeyê û bersivandina hevpar a Siûdiyey û Amerîkayê bi êrîşkirina ser çend bingehên komên çekdar li Iraqê, di vê derbarê de Serokê Beşa Zanistên Ramyarî li Zanîngeha Kerkûkê Prof. Dr. Burhan Derwêş Rojnameya (Kurdistanî Nwê) re axivî û got: "Serdanên Elî Zeydî, Serokê Hikûmeta Iraqê, bo Amerîka û welatan ji bo xurtkirin û piştrastkirina hikûmeta wî ne û ew dixwaze balansekê biparêze; heke wî nekir, wê demê ne ew û ne jî hikûmeta wî dê serketî bin. Ji aliyê siyasî û stratejîk ve, geştên dîplomatîk ên berdewam ên Serokwezîrê Iraqê bo Amerîka û welatên cîran hewldanek in ji bo parastin û baştirkirina peywendiyên wî bi welatan re, her wiha ew hewl dide ku, nebe hevpeymanekî temam ê Amerîkayê, çawa ku naxwaze bikeve bin bandora temam a Îranê jî, belkî dixwaze balansekê siyasî di navbera her du aliyan de rabigire, û ev yek ne hêsan e."
Komên Çekdar Hêjî Bandora Wan Maye
Bi dîtina Dr. Burhan Derwêş, pêwîst e Elî Zeydî rê li ber hêz û komên çekdar bigire, da ku careke din êrîşî ser Siûdiyeyê nekin, çimkî (Riyad) jî hez dike peywendiyeke berfireh bi Iraqê re hebe.

Wî her wiha diyar kir: "Êrîşên mûşekî û balafirên bêmirov ên komên çekdar ên Iraqê bo ser Siûdiyeyê û her wiha bersiva wî welatî û êrîşên wî yên li dijî hêzên Heşdî Şebî, wê peyamê digihînin ku çalakiyên komên çekdar hêj bandorê li ser asayişa navxweyî û peywendiyên derve yên Iraqê dikin. Heke hikûmet bikaribe desthilata dewletê xurt bike û kontrola temam a çekan bikeve destê saziyên fermî, wê demê asta pêbaweriya welatên navçeyê û cîhanê bi Iraqê re bilindtir dibe."

Dr. Burhan Derwêş ronî kir ku: "Êrîşa komên çekdar ên Iraqê bo ser Siûdiyeyê û bersivên wî welatî bi êrîşkirina ser Iraqê dikarin aloziyê çêbikin, lê bi giştî her du welat berjewendiyên hevpar ên aborî, bazirganî û asayişî ne, ji ber wê em bawer dikin ku ti aliyek naxwaze vegere qonaxa dijberiya dema borî."
Elî Zeydî Di Beramberî Ceribandinê de ye
Heke hikûmeta Iraqê di rêgirtina li dubarebûna êrîşan û sepandina desthilata qanûnê de serketî be, wê demê peywendiyên wê bi Siûdiye û nexasim bi Amerîkayê re jî dê xurttir bibin. Lê heke ev bûyer berdewam bin, zextên siyasî û asayîşî yên li ser Iraqê û hikûmeta Elî Zeydî dê zêde bibin, û nexasim hikûmeta wî jî dê qels bibe û nikaribe bidome.

Çimkî niha Elî Zeydî di qonaxeke hestiyar de dijî û serketina siyaseta balance (hevsengiyê) û şiyana hikûmeta wî di rûbirûbûna Heşdî Şebî de, serketina wî bi ser de û parastina Iraqê diyar dike. Ev yek dibe hêza wî ji bo peywendiyên bi Amerîka, Erebistana Siûdî û welatên navçeyê re. Her wiha li pey wan egeran ku gelo hikûmeta Elî Zeydî an komên çekdar dê serketî bin, yan her du alî dê di van bûyeran de hevseng bin, pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî lêkolînê bike û xwe ji hemû egeran re amade bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket