Trump: Em bi Îranê re danûstandinan dikin û divê tengav sibe bê vekirin
Cîhan 10:44 PM - 2026-08-03
AFP
Trump ji Rojnamevanan re diaxive
Serokê Amerîka Donald
Trump aşkere kir ku, ew li ser daxwaza Erebistana Siûdî, Îmarata Erebî û Qeterê
ji lêdana li dijî Îranê paşve gav avêtiye, tekez jî kir ku Washington niha bi
Tehranê re di nav danûstandinan de ye û "derfeta dawî daye wê" beriya
ku serî li vebijarka leşkerî bide.
Trump êvariya îro
Duşemê, di daxuyaniyên li Koşka Spî de ragihand ku, danûstandinên bi Îranê re
"niha berdewam in", û tiştê ku wî wekî "derfeta dawî" bi
nav kir da Tehranê da ku ji lêdaneke leşkerî ya bihêz dûr bikeve, û daxwaz kir
ku tengava Hurmizê heta sibê Sêşemê bi tevahî bê vekirin.
Trump got: "Ev derfeta
wan a dawî ye ku belgeyeke baş îmze bikin," û tekez kir ku welatê wî rê
nade Îranê ku bacê bide ser keştiyên ku ji tengavê derbas dibin.
Serokê Amerîka da
zanîn ku danûstandin di qonaxa xwe ya yekem de wê li ser azadiya keştîvaniyê ya
li Hurmizê rawestin, di heman demê de gotûbêjkirina bernameya atomî ya Îranê bo
qonaxa duyem tê paşxistin ku tê
payîn demek dirêjtir bidome.
Li gorî ku rayedarên
Amerîkî dibêjin, tu gera danûstandinên nû an jî hevdîtinên rasterast nehatiye
plankirin û têkilî ji aliyê tîmê Nûner Steve Witkof û Jared Kushner ve bi rêya
navbeynkaran bi aliyê Îranî re tên meşandin.
Ev yek nîşan dide ku
Trump danûstendina peyamên nerasterast wekî "danûstandin" bi nav
dike, di demekê de ku Tehran vê pênaseyê red dike û tenê danûstandinên xwe yên
bi Umanê re qebûl dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

