Danûstandinên di navbera Lubnan û Îsraîlê de dest pê dikin
Cîhan 03:36 PM - 2026-08-04
ajans
Şanda Lubnan û Îsraîlê
Îro, 4ê Tebaxa 2026an, gera heftemîn a danûstandinên di
navbera Lubnan û Îsraîlê de li Romayê dest pê dikin û dê sê rojan bidomin, tê
de jî dê pirsa çekdanînê û aştiya mayinde werin gotûbêj kirin.
Têkildarî babeta danûstandinê, balê dikişîne ser rêyên
xurtkirina xebata wan herêmên ku wekî ezmûn xebat tê de tên kirin, ev ji bilî
wê yekê ku dê hewl bên dayîn ku pirsgirêkên sînorî bên çareser kirin, herwiha
beşdarên civîna Romayê dê pirsa piştrastbûna ji bêçekkirina Hizbullahê gotûbêj
bikin.
Di heman demê de, danûstandin dê behsa bidestxistina
pêşketinê ber bi "peymana aştî û ewlehiya giştî" ve bikin û rêkeftina
çarçoveyî divê destûrê bide dewleta Lubnanê ku desthilata xwe li ser tevahiya
başûr bisepîne.
Hevdem danûstandin, dê behsa jinavbirina binesaziya
peywendîdar a bi çekên Hizbullahê re bê kirin. Li gorî zanyariyan, tê xwestin
ku çekên Hizbullahê tenê û tenê di bin kontrola dewleta Lubnanê de bin.
Derbarê beşdarên gera heftemîn a danûstandinan de, Balyoz
Sîmon Kerem serokatiya şandeya Lubnanî dike, bi beşdariya Balyoz Neda Hemade û
berpirsên bilind ên sivîl û leşkerî. Li hemberî vê yekê, şandeya Îsraîlî pêk tê
ji Yehyêl Lîter, Balyozê Îsraîlê li Amerîkayê, û Yosî Draznîn, Cîgirê
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî, li gel berpirsên bilind ên sivîl û leşkerî.
Di heman demê de, tê çaverêkirin ku şandeya Amerîkî nûnerên
Wezareta Derve, Encûmena Ewlehiya Neteweyî û Wezareta Şer (Pentagon) bihewîne.
Çavkaniyeke dîplomatîk a Amerîkî ragihandiye ku tîmên
teknîkî li ser çareserkirina komek pirsên peywendîdar bi cîbicîkirina peymana
çarçoveyî ve dixebitin.
Di 26ê Hezîrana 2026an de, Lubnan û Îsraîlê piştî 5 xulên
danûstandinan peymaneke çarçoveyî îmze kirin ku naveroka wê komek xalan
dihewîne, ji wan: Bêçekkirina Hizbullahê, vekişandina qonax bi qonax a Îsraîlê
ji wan xakên ku li başûrê Lubnanê kontrol kirine, li gel belavbûna artêşa Lubnanê
li "herêmên ceribandinê".
Li gorî peymana çarçoveyî, tê payîn ku artêşa Lubnanê piştî
belavbûna xwe li "herêmên ceribandinê" bixebite ji bo bêçekkirina
Hizbullahê li wan herêman û qedexekirina hebûna leşkerî ya her grûpekê li
derveyî hêzên hikûmetê, bi ahengiyekê ku ev bikeve ezmûnek ji bo vekişandina
qonax bi qonax a Îsraîlê ji herêmên din.
Ev di demekê de ye ku xula şeşemîn a danûstandinan bû sedema
lihevkirinekê li ser vekişandina artêşa Îsraîlê ji derdora bajarokê
"Zewter Xerbiye" ku yek ji "herêmên ceribandinê" ye li gorî
peymanê, beriya ku artêşa Lubnanê tê de belav bibe û piştî xebatên pişkinîn û
mayinkirinê, rê da niştecihên wê ku vegerin herêmê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

