Serokkomar:Divê mafên jinên Êzidî yên rizgarbûyî bên parastin
Kurdistan 04:18 PM - 2026-08-05
Malpera Serokatiyê
Beşek ji civînê
Birêz Nîzar
Amêdî, Serokkomarê, Îraqê îro, Çarşemê, 5ê Tebaxa 2026an, li Koşka Selam ya li
Bexdayê pêşwazî li îandeyek jinan ji Êzîdî, Xiristiyan, Turkmen û Şebekên
rizgarbûyî, li wir rewşa wan û rêbazên baştirkirina mafên wan û dabînkirina
piştgiriya pêwîst ji bo hêzdarkirina wan û ji nû ve entegrekirina wan di civakê
de hatin gotûbêjkirin.
Di civînê
de, ku Wezîrê Dadê Dr. Xalid Şuwanî jî beşdar bû, Serokkomar tekez kir ku
misogerkirina dadweriyê ji bo kesên rizgarbûyî û parastina rûmeta wan
berpirsiyariyeke neteweyî ye ku nayê dev jê berdan û bal
kişand ser girîngiya berdewamiya lênêrîna wan û dabînkirina pêdiviyên ji bo
başbûna wan ya berfireh, ku piştgiriya psîkolojîk, civakî, tenduristî û aborî
di nav xwe de digire, û pêwîstiya xebatê li ser pêkanîna bi bandor ya bername û
yasayên ku mafên wan garantî dikin û dadweriyê ava dikin rave kir, ku
pabendbûna dewletê ya parastina hemî pêkhateyên xwe û parastina rûmeta
welatiyên xwe nîşan dide.
Her weha tekez kir ku tawanên ku çeteyên terorîst yên DAIŞê li dijî
Êzîdî, Xiristiyan, Turkmen, Şebek û hemû pêkhateyên din yên Îraqê kirine, bi
demê re nayên jibîrkirin û hesaxwestina ji tawanbaran û anîna wan ber dadgehê
fermanek neteweyî û exlaqî ye, û banga berdewamiya hewldanên neteweyî û
navneteweyî dike ji bo belgekirina van tawanên û pêşîgirtina li dadweriyê, bi
vî rengî pêkanîna prensîbên dadwerî û parastina bîranîna nifşên pêşerojê.
Ji aliyê xwe ve, rizgarbûyanan spasî û pêzanîna xwe ji serok re ji bo
eleqeya wî ya ji bo pirsgirêkên wan û heweskariya wî ya ji bo şopandina rewşa
wan anîn ziman, û tekezî li ser girîngiya berdewamiya hewildanên ji bo
piştgiriya rizgarbûyan, ji bo vegerandina rola wan di civakê de û pêşxistina
nirxên jiyanê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

