NY:DAIŞ hîna jî gefeke li ser aştî û ewlehiya navneteweyî
Êraq 10:08 AM - 2026-08-06
UN
Ogulgerîn Niyazberdieva
Neteweyên
Yekbûyî hişyarî da ku DAIŞ hîna jî gefek cidî ye li ser aştî û ewlehiya
navneteweyî, û tekez kir ku rêxistin - tevî operasyonên dijî-terorê yên
berdewam ku rêveberiya wê ya payebilind têk biriye û şiyana wê ya rêvebirina
operasyonan bi awayekî navendî kêm kiriye lê ew digel guhertinan xwe diguncînin.
Ogulgerîn
Niyazberdieva, Rêvebera Ofîsa Cîgirê Sekreterê Giştî yê Wekîl yê Ofîsa Têkoşîna
li dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî, raporta bîst û sêyemîn ya Sekreterê Giştî
li ser gefên DAIŞê yên li ser aştî û ewlehiya navneteweyî nirxand û bal kişand
ser hewldanên Neteweyên Yekbûyî ji bo piştgiriya welatên endam di rûbirûbûna vê
gefa pêşkeftî de.
Li gorî
raportê, çend şaxên DAIŞê şiyanên xwe xurt kirine, operasyonên xwe berfireh
kirine û taktîkên xwe pêş xistine. Dewleta Îslamî ya Parêzgeha Rojavayê
Afrîkayê (ISWAP) hîna jî şaxê herî çalak ê DAIŞê li cîhanê ye û şiyana xwe ya
bidestxistin û bikaranîna dronên bazirganî zêde kiriye.
Sûriye, Îraq û Başûrê Asya
Berpirsa NY
bal kişand ser pêşketinên li Sûriyê, ku guhertinên siyasî û ewlehiyê berdewam
dikin ku hawîrdora gefê ji nû ve şekil didin, Xanim Niyazberdiyeva destnîşan
kir ku girtina kampa El Hol di Sibata borî de fikarên ewlehiyê yên mezin
derxist holê, ji ber ku cihê bi hezaran kesan hîna jî nayê zanîn.
Îraq
Derbarê Îraqê de jî ragihand ku fişarên berdewam yên dijî-terorê şiyanên
DAIŞê bi girîngî kêm kirine, lê tekez kir ku parastina van destkeftiyan saziyên
bihêz û berpirsiyar, rêveberiya dadweriyê ya bi bandor, bernameyên
rehabîlîtasyon û ji nû ve vejînê, û her weha çareserkirina şert û mercên ku
dikarin rê bidin rêxistinê ku çalakiya xwe ji nû ve bi dest bixe, hewce dike.
Başûrê Asya
Li Başûrê Asyayê, DAIŞ yê Xorasanê yek ji şaxên herî jêhatî yên rêxistinê
dimîne, ji ber ku ew niyet û şiyana xwe ya piştgirîkirin yan îlhamkirina êrîşên
li derveyî Efganistanê nîşan dide, di heman demê de ji bê aramiya herêmî sûd
werdigire daku endamên nû peyda bike, operasyonên xwe plan bike û çalakiyên
xwe bidomîne.
Hevkariya navneteweyî pêwîstiyeke lezgîn e
Ogulgerin
Niyazberdiyeva got ku parastina pêşketinê di şerê li dijî DAIŞê de hewceyê
berdewamiya hewldanên pêşîlêgirtinê, xurtkirina hevkariya navneteweyî û herêmî,
û pejirandina bersivên berfireh li ser bingeha yasaya navneteweyî ye.
Piştgiriya qurbaniyan û pêşvebirina çalakiyên navneteweyî
Beriya Roja
Navneteweyî ya Bîranîn û Rêzgirtina li Qurbaniyên Terorê ku dikeve 21ê Tebaxê
û îsal mijara wê "Şifakirin bi bîranînê" ye;xanim Niyazberdiyeva
rêz li qurbanî û saxmayîyên terorîzmê li çar aliyên cîhanê girt û got:Wêreki
û berxwedana wan bi bîr tîne ku terorîzm li ser mirovan çiqasî bandorê dike, û
berpirsiyariya me ya kolektîf li hember kesên ku jiyana wan ji ber tundûtûjiya
terorîstî her û her guheriye.
Her weha got:Ofîsa Têkoşîna li dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî dê
çalakiyek asta bilind ji bo pîrozkirina vê bûyerê li dar bixe, di nav de
şahidiyên qurbaniyan û yên saxmayî, peyamên rayedarên payebilind yên Neteweyên
Yekbûyî, û deqeyek bêdengiyê ya cîhanî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

