Parlemana Turkiyê sibê dê li ser Yasaya Çarçoveyê deng bide
Kurdistan 02:22 PM - 2026-08-09
Ajans
Civînek ya Parlemana Turkiyê
Biryare Civata
Mezin ya Neteweyî ya Turkiyê (TBMM) sibe piştî navberekê dest bi civînên
xwe dike û tê çavrêkirina ku reşnivîsa yasaya Çarçove (Bihêzkirina Piştevaniya Nîştimanî û Yekgirtina Civakî) ya ji 12 xalan pêk tê, bixe
dengdanê.
Parlemana
Turkiyê (TBMM) sibe
roja Duşemê 10'ê Tebaxê, careke din deriyên xwe li ber xebatên yasayî vedike ku
di rojeva yekem ya Parlemana Turkiyê de dengdana li ser reşnivîsa "Yasaya
Çarçoveyî" heye.
Ev reşnivîsa
yasayê ku ji 12 xalên sereke pêk tê, berî niha ji aliyê Komîsyona Dad ya Parlemana
Turkiyê ve hatibû pesendkirin û ji bo dengdana dawî ji civata giştî re
hatibû şandin.
Li gorî
agahiyên ji çavkaniyên Parlemana Turkiyê hatine girtin, li ser naveroka
vê yasayê di navbera aliyên siyasî de lihevkirinek peyda bûye.
Ev yek di
demekê de ye ku heya niha partiyên wekî Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya
Tevgera Neteweperest (MHP), Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM PARTÎ) û
Partiya Yeniden Refah (Partiya Yeni) îmzeya xwe avêtine bin reşnivîsê û
razîbûna xwe li ser naveroka xalan nîşan dane.
Tê çavrêkirin ku sibe piştî gotûbêjên dawî, reşnivîs bi piraniya dengan di Parlemana Turkiyê de
bê pejirandin.
Xalên Sereke yên Yasaya Çarçoveyê:
*Dema Serlêdanê: Endamên rêxistinên ku dixwazin ji
rêziknameyê sûd werbigirin divê di nav 6 mehan de serlêdan bikin.
*Tawanên Derxistinî: Sûcên ku berî sala 2005an
cezayê wan bi hepsa heta hetayê ya girankirî an jî hepsa heta hetayê ye, ji
çarçoveya qanûnê têne derxistin.
*Mercên Paşxistina Sizayê: Ji bo tawanên ku sizaya
wan ji 15 salan kêmtir e, dê heyamek paşxistinê ya 5 salan were sepandin; ji bo
tawanên ku sizayê wan ji 15 salan zêdetir e, dê heyamek paşxistinê ya 10 salan
were sepandin, piştî vê yekê siza dê werin betalkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

