Hikûmeta Îraqê: Mûçeyên karmendan misogerin û serî li deynên derve nadin
Êraq 03:05 PM - 2026-08-10
ajans
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder El-Ebûdî
Berdevkê Hikûmeta Federal a Îraqê Heyder El-Ebûdî di
daxuyaniyekê de tekez kir ku mûçeyên karmendên dewletê bi temamî di garantiyê de
ne û ew nûçeyên ku dihatin gotin "dê mûçe her 40 rojan carekê werin
belavkirin" bi tu awayî rast nînin.
Di kongireyeke Rojnamevanî de ku PUKMEDIA ew şopand, El-Ebûdî
da zanîn ku tevî krîza aborî ya heyî jî, hikûmetê heta niha serî li deynên
derve nedaye, û diyar kir ku Wezareta Darayî û Banka Navendî bi awayekî hevseng
dixebitin da ku rê li ber bandorên krîza aborî bigirin.
Derbarê rewşa ewlehiyê li Îraqê de jî, Berdevkê hikûmetê
diyar kir ku di navbera aliyên pêwendîdar de gotûbêj berdewam dikin da ku dosya
çekan bi temamî bikeve bin kontrola dewletê. Wî tekez kir ku dewlet li gorî
nexşerêya diyarkirî, heta dawiya meha Îlonê dê hemû hêz û çekan bixe destê xwe.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Fermandarê
Giştî yê Hêzên Çekdar ferman daye saziyên peywendîdar ku sîstemên berevaniya
ezmanî bi temamî werin parastin û ewlekirin. Ligel vê yekê, di navbera Îraqê û
Hêzên Hevpeymana Navneteweyî de hevrêziyeke ewlehiyê ya birêkûpêk heye daku di
30ê Îlona bê de, hemû ew cihên ku niha di bin destê hêzên hevpeymanan de ne,
werin radestkirin.
Di aliyê aborî û wizeyê de jî, Heyder El-Ebûdî anî ziman ku
hinardekirina petrola Îraqê ji ber girtina Tengava Hormizê zirar dîtiye. Ji ber
vê yekê, hikûmeta Îraqê rê û derfetên nû bi Tirkiyê re danîne da ku xetên borî
yên stratejîk û projeyên nû ava bikin, bi armanca ku dahat û budçeya dewletê
bilind bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

