Nexweşxaneyek li Silêmaniyê dighîje asta nexweşxaneyên cîhanî
Kurdistan 05:14 PM - 2026-08-11
Tenduristiya Silêmaniyê
Nexweşxaneya ŞAR
Rêxistina Bijîşkên Bê Sînor bi mêvandariya berpirsên
Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî, rahênaneke meydanî û ezmûnî li Nexweşxaneya ŞAR
a li bajarê Silêmaniyê birêve bir.
Rahênana ku berpirsê Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî li Îraqê
Julius Amuti, tê de beşdar bû, taybet bû bi danûstandina ligel buyer û mamele û
hewaraçûna birîndarên zêde di dema rewşên awarte û qeyranan de.
Di kevana ceribandinan de, şiyanên nexweşxaneyê xistin bin
ceribandineke kirdarî de daku zelel bibe ka stafa bijîşkî çawa reftarê ligel
hatina hêjmareke zêde ji birîndaran dikin û rêkarên pêşkêşkirina çareseriya
lezgîn a demildest çawa tên birêvebirin.
Nexweşxaneya ŞAR amadekariyeke baş nîşan da û bijîşk û
karmendên nexweşxaneyê karîn bi hişyarî û jêhatineke bilind rewşê kontrol bikin
û firyaguzariyan pêşkêşî nexweşan bikin, di heman demê de tîmên firyaguzariya
lezgîn ya hejmara 122 hemahengiya temam a nexweşxaneyê bûn di veguhastina wan
de bo nexweşxaneyê.
Ev rahênan ji bo cara yekeme ku li seranserê Îraqê tê
birêvebirin û ew jî rahênana çareserkirina bûyerên ji nişkêve derdikevin û
qurbaniyên bi komî çêdibin.
Di dawiya çalakiyê de berpirsê beşa firiyaguzariya lezgîn a
Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî Dr. Srihari Katamaneni, destxweşî arasteyî
bijîşk û stafa tenduristiyê ya nexweşxaneyê kir û matmayîna xwe bi asta
amadebûna wan anî ziman.
Her weha diyar jî kir ku, nexweşxaneya ŞAR a bajarê
Silêmaniyê li ser asta Îraqê navendeke tenduristiyê ya pir pêşketî ye, bi
awayekî bê wêne û serdemane ligel rewşên dijwar û awarte tevdigere û cihê
serbilindiyê ye ku li Rojhilata Navîn nexweşxaneyeke bi vî rengî heye.
Ji aliyê xwe ve jî berpirsê bijîşkî yê birêvebirina bijîşkî
yê Rêxistina Bijîşkên Bê Sînor Dr. Kriwe, destxweşî û matmayîna xwe bi karên
nexweşxaneyê di rewşeke wisa ya awarte de anî ziman û ragihand: Ew
xizmetguzariya ku li vê nexweşxaneyê tê pêşkêşkirin bi tevahî pêşketî ye û cihê
serbilindiyê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

