Pakistan: Amerîka û Îran ji rêkeftina aştiyê nêzîk bûne
Cîhan 05:36 PM - 2026-08-11
AP
Gewriya Hormizê
Wezîrê Berevaniyê yê Pakistanê eşkere kir ku Amerîka û Îran
di warê gihiştina bi rêkeftineke aştiyê de nêzîkî hev in û tekez jî kir ku aşti
ji bo navçeyê bi sûd e. Herwiha da xuyakirin ku vekirina korîdoreke nû li
Tengava Hormizê pêşveçûneke berbiçav bi xwe re aniye.
Wezîrê Berevaniyê yê Pakistanê Xewace Mihemed Asif, di
daxuyaniyekê de ji bo ajansa Bloombergê eşkere kir ku careke din rêkeftineke
aştiyê di navbera Amerîka û Îranê de li holê ye û karên ji bo wê armancê jî tên
kirin.
Wî her wiha got: Di du rojên borî de, hemû amaje di wê
wateyê de bûn ku ev her du welat di warê gihiştina bi rêkeftineke aştiyê de
nêzîkî hev in.
Ev daxuyanî piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald
Trump, ragihandibû: Pêwîste Îran qerebûya Amerîkayê bike, ev jî mercê sereke yê
danûstandinên me ye." Ev daxuyaniya Trump wekû daxwaza Îranê ye ku ew jî
daxwaza qerebûkirina ziyanên şer dike.
Trump di postekê de ku li ser platforma (Truth Social) belav
kiriye, diyar kir: "Qerebûkirin dê hemû kuştî û birîndarên ku bi mûşekên
Îranê hatine kuştin bigire xwe, her wiha pêwîste qerebûya kesûkarên ew kesên ku
di nava 50 salên borî de di xwepêşandanan de hatine kuştin jî bê kirin."
Ji aliyekî din ve, ajansa Mehr ya Îranê belav kiriye ku îro Wezîrê
Navxwe yê Pakistanê Muhsin Reza Neqwî, gihîşt Îranê daku bi berpirsên wî welatî
re danûstandinên aştiyê bikin.
Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Îraqçî, di
pêwendiyeke telefonî de bi Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Ishaq Dar re, behsa
danûstandinên Omanê kir ji bo vekirina korîdorekê li Tengava Hormizê bi armanca
derbasbûna keştiyên petrol hilgiran.
Têkildarî heman mijarê, Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Macîd
Ensari, ragihand ku danûstandinên di navbera desthilatdarên Oman û Îranê de yên
derbarê Tengava Hormizê de gihiştine asteke pêşketî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

