Wezîrê Pêşmerge beşdarî merasîma guhertina fermandariya giştî ya hêzên hevpeymanan bû
Kurdistan 11:24 PM - 2026-08-11
Ragihandina Wezareta Pêşmerge
Merasîma Guhertina Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevpeyman
Li ser
vexwendina fermî ya Fermandariya Navendî ya Amerîka (CENTCOM), îro, 11ê Tebaxa
2026.an, Birêz Şoreş Îsmayîl, Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê,Ferîq Rukin Îsa Ozer Serfermandarê
Giştî yê Wezareta Pêşmerge beşdarî merasîma
guhertina fermandariyên hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyê bû ku li baregeha
hêzên hevpeymanan a li Urdinê bi rêve çû.
Di merasîmê de,
ku bi serpereştiya Fermandarê CENTCOMê Admiral Brad Cooper ve hat birêvebirin,
fermandariya hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyê ji Maj Gen. Kevin Lambert bo
Admiral Liam M. Hulin hate veguhestin.
Di çarçoveya
merasîmê de, Wezîrê Pêşmerge pesna hewlên hêzên hevpeymanan di salên dawî de,
bi taybetî rola girîng ya General Major Kevin Lambert, ku roleke mezin di
pêşveçûna berdewam ya pêvajoya reformên leşkerî yên hêzên Pêşmerge de lîstiye da,berdewamiya
Hemahengiya di navbera Wezareta Pêşmerge û hevpeymaniyê de ,her weha Wezîrê
Pêşmerge ji General Lambert re di erkê wî yê nû de serkeftin xwest, fermandarê
nû (Amîral Hulin) pîroz kir û amadebûna Wezareta Pêşmerge ji bo berdewamiya hemahengiya
hevbeş ji nû ve tekez kir.
Her di çarçoveya
serdanê de, şandeke pilebilind ya Wezareta Pêşmerge civîneke hevbeş di navbera
Wezareta Parastinê ya Urdunê, Wezareta Parastinê ya Îraqê û Wezareta Pêşmerge
de bi rêve çû.
Di civînê de,
Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Birêz Şoreş Îsmayîl, Serokê
Erkanê Wezareta Pêşmerge Tuxgeneral Îsa Uzer, Serokê Erkanê Artêşa Îraqê
Ebdulemîr Reşîd Yarella û Lîwa Yûsif Ehmed El-Hnetî amade bûn,her weha Fermandarê
Hêzên Hevbeş yên Urdunê û serokê fermandariya giştî ya artêş û hêzên çekdar yên
Sûriyê jî beşdar bûn.
Di civînê de behsa
peywendî û hemahengiya di navbera aliyên beşdar de hat kirin ji bo parastina
ewlehiya herêmê û sînorê hevpar û xurkirina peywendiyên hevbeş di nav herêmê de
bi gelek pirsgirêkên ewlehiyê re pêş dixe û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya
hevkariya hevbeş ji bo parastina ewlehiya hevdu û pêşxistina hevahengî û
hevkariya hevbeş kirin.
Di dawiyê de,
tekezî li ser zêtir hevkariya di warê leşkerî de û pêşxistina peywendiyên
meydanî hat kirin, beşdaran
tekez kirin ku pêşketinên li herêmê hevrêzkirin û temamkirina hewldanan zêtir
hewce dike;parastina
sînoran û rûbirûbûna gefên ewlehiyê karekî hevbeş e ku divê berdewam be ji bo
xurtkirina şiyana welatên herêmê ji bo parastina ewlehî, serwerî û aramiya xwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

