Divê were parastin ne hilweşandin
Kurdistan 10:44 AM - 2026-08-12
PUKMEDIA
Elî Şemdîn
Elî Şemdîn
Tevgera kurdî li Sûriyê, ji destpêka damezrandina xwe ve , wate ji sala (1957).an
ve, rastî gelek êrîşên dijwar hatiye ku li dijî siyaset û armancên wê hatine
kirin, her wiha gelek hewildan jî hatine dayîn ji bo kêmkirin û daxistina
moralê kadir û têkoşerên wê, çi ji nav rêzên Tevgera Kurdî, yan ji aliyê
desthilatên Şovînî yên ku hemû awayên zordestî û serkutkirin û dûrxistinê, li
dijî vê tevgerê bikar anîne ;tevî van astengiyan jî lê Tevgera Kurdî her xebata
xwe berdewam kiriye di navbera çakûçê siyasetên Şovînî yên dijwar û sindiyana
aliyên kurdî yên xweperest de.
Bê guman, Tevgera kurdî li Sûriya, di tevaya xebata xwe ya dûr û dirîj de, di
rewşeke gelekî dijwar û awarte de derbaz bûye, û pêwestiya wê bi lêvegereke
rexneya avaker heye, ji bo rastkirina şaştiyên wê yên ku hene, û xurtkirina
rola wê, bi awayekî ku li gorî astê van guhertinên kûr û pêşveçûnên li dûv hev
be, ku welat ji (15) salan ve têre derbaz dibe, û vê qeyrana Sûriyê perde ji
ser şaştî û kêmasiyên Tevgera Kurdî daye aliyekî, û xalên qels û lawaziya wê
eşkere kirine, bi taybetî piştî herifandina rêjîma Be’is,
û bi destxistina desthilatê ji aliyê rêxistina (HTŞ), û rêvebirina welat bi
takrewî, û sepandina yek rengî li ser dezgeh û saziyên demkî, û piştguhxistina
pêkhatiyên netewî û olî bi taybetîpêkhatiya Kurdî, ku ew duyem mezentirîn
pêkhatiya netewiye li Sûriya, û dûrxistina wan ji beşdariya rasteqîne di
avakirina Sûriye ya nû de.
Ev rewşa wêranker û dijwar, Tevgera Kurdî li Sûriyê neçar kir ku mil bide ber fişara
raya giştî ya Kurdî û Kurdistanî û navdewletî, û yekem car di dîroka xwe de konferansa
xwe ya berfireh li bajarê Qamişlo di 26 nîsana 2025.an de, li darbixe, li jêr
navnîşana (Konferansa Yekhelwist û Yekrêziya Kurdî) ku nûnerên partiyên siyasî
û saziyên rewşenbîrî û civakî yên Kurdî, her wiha nûnerên hêzên Kurdistanî yên
serekî, û nûnerê hepeymana navdewletî ya li dijî terorê li Sûriya, hemû di vê
konferansê de beşdar û amade bûn, û di encamê de konferans bi yek nêrîna siyasî
ya hevbeş ji bo çareserkirina pirsa Kurdî û ya niştimanî li Sûriyê, bi dawî bû,
û yek şanda Kurdî jî hate destnîşan kirin ku bi navê Tevgera Kurdî li Sûriyê
danûstandinan digel hikûmeta demkî re li Şamê bike li ser bingeha nêrîna hevbeş;ku
ev karê pîroz bû cihê dilxweşiyê li cem gelê Kurd û dostên wî li her cihî.
Lê belê hindek aliyên naskirî ji nav Tevger Kurdî li Sûriyê, nikarîbûn xwe ji
ezezîtî û ji nakokiyên xwe yên navxweyî rizgar bikin, û li gor berjewendiyên
xwe yên teng meşiyan, û bi tena xwe berê xwe dan Şamê, ku hikûmeta demkî jî her
ev tişt dixwest, lewma hikûmetê ew şandeyên yekalî bi germî pêşwazî kirin, bi
armanca ku şanda Kurdî ya hevbeş pûç bike û hilweşîne, û şêweyê danûstandinê li
ser pirsa Kurdî bide guhertin û bi arasteyekî din ve bibe, ji ber ku ev pirs bi
xwe pirsek netewî taybete bi zêdetir ji (15%) ji tevaya hejmara xelkê Sûriya
ye, û pêwiste di destûra nû de were çareserkirin û destnîşankirin,û bi tenê vê
pirsê wek pirseke îdarî bibîne, û wê di çend postên hikûmî û perlemanî de kurt
bike û di dema ku hemûyan çavdêriya raya giştî ya Kurdî û Kurdistanî dikirin,
ku li dijî van aliyan raweste û bisekine û ji wan bixwaze ku pabendî derencamên
konferansa yekhelwist û yekrêziya Kurdî bibin,di vê demê bi xwe de hindek deng
hatin bilindkirin û bihîstin, çi li vir yan li wir, ku êrîşê dibin ser Tevgera Kurdî li Sûriyê bi tevayî, û wê bi giştî gunehbar dikin, û jê dixwazin ku xwe
bi yekcarî hilweşîne û doza lidarxistina kongreyekê dikin bi hêviya ku ji nûve
wê li gor pîvanên bejn û bala xwe bi dirûn û avabikin.
Eger ew aliyên ku van daxwazên wêranker dikin werin naskirin û destnîşan kirin,
wê eşkere bibe ku hindek ji wan kesan yên ku têkçûne û di rêvebirina partiyên
xwe de binkeftin anîne û di karê xwe de bi serneketine, û di seranserî bi dihan
salên dawî de rola xwe lîstine, çi bi vê şêweyî yan bi şêweyên din, di
hilweşandina rêzên Tevgera kurdî de li Sûriyê, û destek wan ya dirêj hebû di
pûçkirina şanda Kurdî ya hevbeş de, û di berevajîkirina derencamên konferansa
yekhelwist û yekrêziya Kurdî de.
Li şûna ku ev kesên têkçûyî û binkeftî, werin gotina Şemşûnê Cebar dûbare
bikin, ku dibêje: (Li ser min û li ser dijminê min jî), û li şûna ku doza
hilweşandina peykerê rêxistinî yê mayî ji laşê Tevgera Kurdî li Sûriya bikin,
baştir ewe wan fedakariyên giranbuha yên bi sed hezaran xebatkar û têkoşeran
pêşkêş kirine, bi bîra xwe bînin, ku wan hemû qurbanî dane û didin li dijî
siyasetên rêjîmên Şovînî û diktatorî.
Her wiha pêwiste ew dilsozê pirsa xwe ya netewî bin û kar bikin û wan
astengiyan bidin aliyekî û rakin ji pêşiya derencamên konferansê 26 nîsana 2025.an,
û rê xweş bikin li ber şanda Kurdî ku heya roja îro her ew nûneratiya rewa ye
ya Tevgera Kurdî dike li Sûriye, û bi dirustî jî kar bikin ji bo çareserkirina
pirsa Kurdî di destûra Sûrî ya nû de, wek pirsek ya netewî, û ev yek nayê
bidestxistin bi riya hilweşandina Tevgera Kurdî û herifandina wê, lê bi tenê bi
riya avakirina kesayetiya vê tevgerê, û parastina biriyara wê ya siyasî ya serbixwe
û xwedîderketina li taybetmendiyên wê yên netewî.
07.08.2026
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê re civiya
02:14 PM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
11:39 AM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
10:49 AM - 2026-08-25 -
Bi boneya rojbûna Pêxember çend çalakiyên olî tên lidarxistin
10:28 AM - 2026-08-25
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:23 PM - 2026-08-25 Qubad Talebanî tekezî li ser xurtkirina peywendiyên Herêmê û Ewropayê dike
Li Silêmaniyê Yekemîn Konferansa Navdewletî ya Penceşêrê tê lidarxistin
02:44 PM - 2026-08-25
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
01:27 PM - 2026-08-25
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
01:09 PM - 2026-08-25
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil peyamekê arasteya ji Muslimanan dike
Kurdistan 09:52 AM - 2026-08-25 -
Qubad Talebanî:Divê salroja Mewludê bibe bi hêzkirina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de
Kurdistan 11:28 AM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
Kurdistan 11:39 AM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed pirsa tevlîbûna HSD di nav hikûmetê de digel Şeybanî gotûbêj kirin
Kurdistan 09:21 AM - 2026-08-25 -
Komîteya yekem ya Turkiye ya Bê Tundûtîjî civiya
Cîhan 09:40 AM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
Kurdistan 01:27 PM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
Cîhan 10:49 AM - 2026-08-25 -
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
Kurdistan 01:09 PM - 2026-08-25


.png)
.jpg)


Aplîkêşin

