UNESCO:Efxanistan di asta cîhanê de yekem ku xwendin li keçan hatiye qedexekirin
Cîhan 03:17 PM - 2026-08-12
UN
Tailban mafê xwendinê li keçan qedexe dike
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO)
ragihand ku ji ber qedexeyên Talibanê, li Efxanistanê zêdetirî 2 mîlyon û 400
hezar keç û jin ji mafê xwe yê bingehîn yê perwerdehiyê bê par mane û ev rewş
paşeroja welat dixe metirsiyeke mezin.
Rêxistina UNESCO, bi boneya nêzîkbûna salvegera pêncemîn ya hatina ser
desthilatdariyê ya Talibanê li Efxanistanê, raporteke berfireh û daxuyaniyeke
hişyarkirinê belav kir.
Li gorî amarên fermî yên rêxistinê, piştî biryarên tund yên rêveberiya
Talibanê, deriyên xwendinhgehên amadeyî û zanîngehan bi temamî li ser keç û
jinan hatine girtin ku ev qedexe niha bandorê li ser jiyana 2 mîlyon û 400
hezar xwendekarên keç û jinan dirust dike.
UNESCO di raportê de balê dikişîne ku Efxanistan di asta cîhanê de yekem
welat e ku têde xwendina keçan bi fermî hatiye qedexekirin.
Rêveberên rêxistinê hişyarî didin ku ev biryar ne tenê ziyanê dide mafên
mirovan,di heman demê de aborî û sîstema tenduristiyê ya welat jî ber bi
hilweşînê ve dibe, ji ber ku di paşerojê de dê pijîşk, mamoste û pisporên jin
çênebin.
Di dawiya raporê de, UNESCO bang li civaka navneteweyî û rêxistinên
mafên mirovan dike ku fişarên xwe yên li ser Talibanê zêde bikin daku ev
biryara hov bê betalkirin û mafê xwendinê bi temamî ji bo jinên Efxanî bê
vegerandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

