Serok Bafil: Qada rewşenbîriyê navekî geş winda kir
Pirsename 03:13 PM - 2026-08-13
PUKMEDIA
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal
Talebanî, ji bo koça dawî ya nivîskar û romannivîsê mezin ê gelê me mamosta Hisên
Arif peyamek sersaxiyê arasteyî malbat û xizmên koçkirî dike ku eve naveroka
wê:
Birêzan malbata nivîskar û romannivîsê mezin ê gelê me mamosta Hisên Arif
Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya rewşenbîrê diyar ê
kurd û xwedanê pênûsa dewlemend mamosta Hisên Arif gihîşt me.
Ji bo vê xemê em sersaxiyê arasteyî we û wêjevan û
nivîskaran dikin û em hevparê xema we ne.
Bi koça dawî ya ev mamosteyê payebilind, qada nivîs û
rewşenbîriyê navekî diyar û geş winda kir, lê mîrateya wî ya dewlemend a di
warê nivîsê de ji bo nifşên pêşerojê dimîne û her dem cihê serbilindiya me ye.
Bila ruhê mamosta
Hisên Arif şad be û Xwedayê mezin sebir û aramiyê bide hemû aliyan.
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
*********
Peyama sersaxiyê yê Kosret Resûl Elî ji bo koça dawî ya
mamosta Hisên Arif
Kosret Resûl Elî ji ber koça dawî ya çîroknivîs û
romannivîsê mezin ê kurd mamosta Hisên Arif peyameke sersaxiyê arasteyî malbat
û xizmên navbirî, Dr. Kawan Osman Arif û gişt nivîskarên Kurdistanê dike.
Naveroka peyama sersaxiyê..
Birêzan malbat û xizmên çîroknivîs û romannivîsê mezin ê
kurd mamosta Hisên Arif
Birêz: Dr. Kawan Osman Arif
Bi xemeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya mamosteyê diyar û
naskirî, çîroknivîs û romannivîsê mezin ê gelê me mamosta (Hisên Arif) bihîst,
ez gelekî xemgîn û dilgiran kirim.
Mamosta Hisên Arif çîroknivîs, romannivîs û nivîskarekî
mezin ê kurd bû, xizmeteke gelekî mezin ji edebiyata kurdî û pirtûkxaneya kurdî
re kir, berhemên wî dê her tim bi zindî bimînin.
Mixabin ji bo vê kederê û windakirina vî nivîskarê mezin, ez
sersaxiya xwe arasteyî we û gişt nivîskarên Kurdistanê dikim, ez hêvî dikim ku
ev bibe dawiya keder û nexweşiya we, Xwedayê mezin sebir bide hemû aliyan û
cihê koçbûyî bihuşta berin be.
Birayê we
Kosret Resûl Elî
********
Rifet Ebdulah: Mamosta Hisên Arif diyariyeke zêrîn a
edebiyat û çandê bû
Cîgirê Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê peyameke
sersaxiyê arasteyî malbata romannivîs û yasanas mamosta Hisên Arif dike.
Naveroka peyamê..
Malbat û xizmên mamosta Hisên Arif romannivîs û yasanas
Bi xem û kedereke mezin ve, piştî xebateke zêrîn a edebî û
rewşenbîrî û xizmetên çandî, min nûçeya koça dawî ya mamosta Hisên Arif ê
xwedanê romana "Şar" bihîst. Ji bo vê xemê ez sersaxî û sersaxiyê li
malbat, dost û navenda rewşenbîrî û edebî ya kurdî dikim û ez hevparê xema we
me û ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê mamosta bi bihuşta berin şad bike û
sebir û aramiyê bide xizm û hevalên wî.
Rifet Ebdulah
Cîgirê Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
*********
Qubad Talebanî: Mamoste Hisên Arif dengekî resen û zindî
bû
Peyama Serxweşiyê ya Qubad Talebanî ji bo Koça Dawî ya
Nivîskar û Romannivîsê Diyar ê Kurdistanê (Mamoste Hisên Arif)
Rêzdaran: Malbat, xizm û kesûkarên koçbuyî Mamoste Hisên
Arif
Bi xem û kovaneke kûr ve, min nûçeya koça dawî ya edîb,
nivîskar û romannivîsê diyar ê Kurdistanê (Mamoste Hisên Arif) bihîst!
Mamoste Hisên Arif di wan qonaxên ku pêwîst bû de, bi
vegotineke şêrîn û bi evîna bajar û nîştimanî, dengekî resen û zindî bû. Bi
koça dawî ya wî re, Kurdistanê kesayetiyeke mezin û qelemekî biqîmet û xwediyê
ezmûneke mezin a edebî wenda kir.
Bi vê boneyê xemgîn, ez sersaxiya xwe ya kûr arasteyî
malbat, xizmên serbilind û hemû edîb û nivîskarên Kurdistanê dikim û ji dil ve
hevparê vê xemê me!
Ez ji Xwedayê Mezin dixwazim ku koçbuyî bi bihuşta xwe ya berîn
şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan!
إِنَّا
لِلَّهِ وَإِنَّا إِلَيْهِ رَاجِعُونَ
Qubad Talebanî
Berpirsê Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

