Serokomar: Divê hevbeşiya di navbera dewlet û sektora taybet de bê xurtkirin
Êraq 05:04 PM - 2026-08-13
Ragihandina Serokomar
Serokomarê Îraqê û Serokê Desteya Niştimanî ya Veberhênanê
Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî, îro Pêncşemê 13ê Tebaxa
2026an, li Koşka Selam ya li Bexdayê, Serokê Desteya Niştimanî ya Veberhênanê
Endezyar Adil El-Yasirî pêşwazî kir.
Di destpêka hevdîtinê de, Serokomar pîrozbahî li Birêz
El-Yasirî kir ji ber girtina erka wî ya nû û hêviya serkeftinê ji wî re xwest.
Di hevdîtinê de rewşa veberhênanê ya li Îraqê, astengiyên li pêşiya wê û rêyên
rakirina wan hatin gotûbêjkirin, da ku zêdetir veberhênanan bikişînin û
derfetên berfirehtir ji bo hevkariyên aborî vekin.
Serokomar tekez kir ku avakirina jîngeheke veberhênanê ya
xurt pêdivî bi hêsankirina rûtînan, peydakirina garantiyên pêwîst ji bo
veberhêneran û avakirina hevbeûşiyeke rastîn di navbera saziyên dewletê û
sektora taybet de heye, da ku Îraq bibe armancek veberhênanê û derfetên hêvîdar
û demdirêj peyda bike.
Her wiha Serokomar Nizar Amêdî bal kişand ser girîngiya
sûdwergirtina ji derfetên veberhênanê yên ku li Îraqê hene û xebatên ji bo
arastekirina wan ber bi projeyên ku beşdarî pêşxistina sektorên cuda dibin, bi
awayekî ku bandorê li ser baştirkirina xizmetguzariyan bike, piştgiriya
çalakiya aborî bike û derfetên kar ên nû biafirîne.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Desteya Niştimanî ya Veberhênanê
kurteyek derbarê plan û bernameyên herî girîng ên ku ji bo pêşxistina karê
veberhênanê hatine amadekirin de pêşkêş kir û tekez kir ku ew ê ji bo rakirina
astengiyan û hêsankirina karûbaran li gorî rêgezên hikûmetê di pirrengkirina
aborî û xurtkirina geşepêdanê de bixebitin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

