Erdheja Kolombiya.. Hewldanên rizgarkirinê gihîştine qonaxên dawî
Cîhan 05:41 PM - 2026-08-13
AP
Erdheja Kolombiya
Îro li Kolombiyayê, dema zêrîn a 72 demjimêrî ji bo dîtina
qurbaniyên erdhejê bi dawî bû, û tîmên rizgariyê xebatên xwe zêdetir kirin da
ku alîkariya hezaran kesên ku ji erdheja herî wêranker a vê sedsalê li vî
welatî bandor bûne, bikin.
Tîmên rizgariyê bi awayekî herî jêhatî li bajarên
ziyangihayî yên wekî Cali û Pereirayê berdewam bûn li lêgerîn û pişkinînê, ev
yek di demekê de bû ku di berbangiya îro Pêncşemê, 13ê Tebaxa 2026an de, ew
demdirêjiya ku bi "72 demjimêrên zêrîn" dihat naskirin bi dawî hat,
ji ber ku dihat çaverêkirin ku ew dem derfeta herî mezin bide ji bo dîtina
qurbaniyan di bin kavilan de.
Ev erdheja ku bi mezinahiya 7.4 pileyî Kolombiya hejand,
wekî erdheja herî xurt a ku di vê sedsalê de li Kolombiyayê qewimî ye tê dîtin,
û bû sedema mirina 265 kesan, birîndarbûna zêdetirî 3 hezar û 500 kesên din, her
wiha li gorî amarên fermî nêzîkî 500 kes jî winda ne.
Li hemberî vê karesata mezin, Serokê Kolombiyayê (Ebilardo
de la Espriella) ku di hefteya borî de dest bi erkê xwe kiribû, ji bo sê rojan
şîna neteweyî ya giştî ragihand û di gotarekê de tekez kir ku hikûmet dê hemû
tedbîrên pêwîst bigire, û di heman demê de soz da ku welat û civak careke din
bên avakirin.
Amarên fermî nîşan didin ku zêdetirî 11 hezar xaniyan bi
temamî hilweşiyane û hezaran malbat bêmal man, rewşa awarte li bajarên Cali,
Pereira, Quibdó, Manizales û Armirê ku serokê Kolombiyayê behsa wan kiribû,
didome.
Ji ber tirsa ji paşlerzan û ziyanên li ser xaniyên wan,
gelek welatî neçar man ku çend şevan li derve û li ser kolanan derbas bikin, bo
nimûne, li taxa Providencia ya bajarê Pereirayê, niştecihan kelûpel û alavên
malên xwe ji nava avahiyên ziyanbîr derdixistin.
Li gel vê karesatê, giyanê hevkarî û alîkariyê di nava
civaka Kolombiyayê de diyar bû, bi awayekî ku hejmareke mezin ji welatiyan bi
dilxwazî dest avêtin veguhastina av, xwarin û pêdiviyan ji bo taxên ku ziyan
dîtine, û gelek xelk jî ji bo bexşîna xwînê berê xwe dan navendên bexşîna
xwînê.
Di asta navneteweyî de, Amerîkayê alîkariyeke lezgîn bi
nirxê 15.5 milyon dolar pêşkêşî Kolombiyayê kir, û Yekîtiya Ewrûpayê soz da ku
2 milyon euro (ku dike nêzîkî 2.3 milyon dolar) wekî alîkarî bide Kolombiyayê.
Ev yek di demekê de ye ku di roja 11ê Tebaxa 2026an de
erdhejekê bi mezinahiya 7.4 pileyî Kolombiya hejandibû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

