Dahata deriyên sînorî yekem care nîv tirilyon dînar derbas dike
Êraq 01:02 PM - 2026-08-15
Sebah
Deriyeke Sînorî ya Îraqê
Desteya Deriyên Sînorî yên Îraqê eşkere kir ku dahata darayî
ya deriyan di meha Tîrmeha borî de hejmareke pîvanî tomar kiriye û 500 milyar
dînar derbas kiriye, di heman demê de tedbîrên çavdêriyê, rûbirûbûna gendeliyê
û qaçaxçîtiyê tên tundtir kirin.
Serokê Desteya Deriyên Sînorî yên Îraqê, Omer Ednan El-Wayilî
ragihand ku; serdana Serokwezîrê Îraqê a ji bo baregeha desteyê, piştevaniyekî
mezine ji bo hewldanên rûbirûbûna gendeliyê û bilindkirina asta çavdêriyê.
Wî da xuyakirin ku rêkarên nû, girêdana sîstema elektronîk û
çavdêriya rasterast a balafirxane û benderan, rola sereke di bilindbûna dahatê
de hebûye, bi rengekî ku di meha Tîrmehê de rêjeya dahatê cara yekemîne ku gihîştibû
560 milyar dînaran.
Serokê desteyê her wiha diyar kir ku, Serokwezîr rênimayî
daye ku hevrêziya tam bi desthilata dadwerî û aliyên çavdêriyê re bê kirin û
pêşîniya sereke jî ji bo rêgirtina li qaçaxçîtiya madeyên hişber û dermanan bê
dayîn, ji ber ku ew ji bo asayişa civakê gef in.
Derbarê projeyên stratejîk de jî, El-Wailî zelal kir ku
pêngav ji bo elektronîkkirina karûbaran û girêdana wan bi sîstema
"Asycuda" ve hatine avêtin, armanca vî karî hûrgilîkirina pisule û
bawernameyên çavkaniya kelûpelan e, ligel gotûbêjkirina planên projeya
"Rêya Geşepêdanê" û karakirina tranzîtê, bi awayekî ku pozîsyona Îraqê
wekî pireke erdnîgarî di navbera Ewropa û welatên Kendavê de xurtir dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

