Qedexeyên desthilatdariya Talîbanê mafên jinan sînordar kiriye
Cîhan 04:42 PM - 2026-08-15
Ajans
Jinên Efganistanê
Pênc sal derbaz bûn ji
dema ku Talibanê desthilatdariya Efganistanê girt ser xwem her çende Talîban dibêje:
Serkeftinên girîng" bi dest xistine jî, bi her biryarekê re jiyan ji bo bi
mîlyonan Efganiyan dijwartir dibe.
Pênc sal derbaZ bûn ji
dema ku Talîban, ku di 15ê Tebaxa 2021an de, piştî vekişîna leşkerên
Amerîkî, li Efganistanê dîsa desthilatdar bûn, hatin ser desthilatê,her
çend Talîban, ku welêt bi navê "Îmarata Îslamî ya Efganistanê" birêve
dibe, dibêje: Di van pênc salan de ewlehî û aramî bi dest xistiye jî,
pirsgirêkên rojane yên ji bo efganiyan tenê xirabtir bûne,mafên jin û keçan bi
rêya qedexeyên cûrbecûr li pey hev hatine sînordarkirin, û hejariya zêde di bin
rejîma Talîbanê de, ku ji civaka navneteweyî hatiye dûrxistin, bi mîlyonan kes
hewcedarê alîkariyê hiştiye.
Dagirkirina Kabîlê ji
aliyê Talîbanê ve di 15ê Tebaxa 2021.an de, piştî 20 salan, tirsa ji nûve
bicîhkirina rejîma dijwar ya 1996-2001an zêde kir,di destpêkê de, Talîbanê, bi
serokatiya Hibatullah Exundzada, bi soza hikûmeteke "cuda û nerm"
piştgiriya navneteweyî xwest,lê, pênc salên piştî wê cuda bûn,keçên ji 12 salî
mezintir ji çûna xwendingehan hatin qedexekirin, û heta danîna pencereyan di
odeyên ku bi piranî jin lê diman de jî hate sînordarkirin,ji mêran hate xwestin
ku rihên xwe bi qasî mûştekê dirêj bikin, û bi karanîna kravatan, tirşkirina
rihên xwe li berberxaneyan, û xêzkirina wêneyên mirov û heywanan hatin
qedexekirin.
UNESCO:Afganistan yekem welat e ku perwerdehiya keçan qedexe kiriye
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ragihand ku ji ber qedexeyên Talibanê, li Efxanistanê zêdetirî 2 mîlyon û 400 hezar keç û jin ji mafê xwe yê bingehîn yê perwerdehiyê bê par mane û ev rewş paşeroja welat dixe metirsiyeke mezin.
Rêxistina UNESCO, bi boneya nêzîkbûna salvegera pêncemîn ya hatina ser desthilatdariyê ya Talibanê li Efxanistanê, raporteke berfireh û daxuyaniyeke hişyarkirinê belav kir.
Li gorî amarên fermî yên rêxistinê, piştî biryarên tund yên rêveberiya Talibanê, deriyên xwendinhgehên amadeyî û zanîngehan bi temamî li ser keç û jinan hatine girtin ku ev qedexe niha bandorê li ser jiyana 2 mîlyon û 400 hezar xwendekarên keç û jinan dirust dike.
UNESCO di raportê de balê dikişîne ku Efxanistan di asta cîhanê de yekem welat e ku têde xwendina keçan bi fermî hatiye qedexekirin.
Rêveberên rêxistinê hişyarî didin ku ev biryar ne tenê ziyanê dide mafên mirovan,di heman demê de aborî û sîstema tenduristiyê ya welat jî ber bi hilweşînê ve dibe, ji ber ku di paşerojê de dê pijîşk, mamoste û pisporên jin çênebin.
Di dawiya raporê de, UNESCO bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dike ku fişarên xwe yên li ser Talibanê zêde bikin daku ev biryara hov bê betalkirin û mafê xwendinê bi temamî ji bo jinên Efxanî bê vegerandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

