Îro diqede.. Tehran: Moleta 60 rojî di têgihiştinê bi Washingtonê re tune ye
Cîhan 02:32 PM - 2026-08-17
IRNA
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê
Wezareta Derve ya Îranê eşkere kir ku yadaşta têgihiştinê ya
bi Amerîkayê re moleta 60 rojî di nava xwe de nagire.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê (Îsmaîl Beqayî), di civîna
xwe ya çapemeniyê ya îro Duşemê de ragihand ku yadaşta têgihiştinê ya
Îslamabadê tiştekî bi navê moleta 60 rojan di nava xwe de nagire.
Beqayî got: Îran biryarên xwe li ser bingeha tiştên wekî
hişyarî an jî moletên diyarkirî nagire, û biryar wisa bû ku em di nava 60 rojan
de li ser mijarên wekî dosyaya atomî danûstandinan bikin, lê li ber ronahiya
binpêkirina yadaşta têgihiştinê ji aliyê Amerîka ve, êdî behskirina moleta 60
rojan nema ye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê her wiha da zanîn ku: Ji
ber binpêkirina eşkere û berfireh a rêkeftinê ya ku di 18ê Hezîranê de ji aliyê
Amerîkayê ve hatiye îmzekirin, piştî çend hefteyan ji îmzekirina wê tu
danûstandin dest pê nekirin, û ji ber vê yekê mijara moleta 60 rojan bi tevahî
wateya xwe winda kiriye.
Got jî: "Têkiliyên me yên berdewam bi Qeterê re hene ku
di hewlên aramkirinê yên niha de roleke bandordar dilîze," û da zanîn ku "sedema
dirêjbûna danûstandinên bi Mesqetê re pirrjimarîbûna aliyên peywendîdar e û
hewldana hin aliyan e ji bo têkbirina pêvajoyê."
Raporan da xuyakirin ku ew moleta ku di yadaştnameya têgihiştinê
ya di navbera Amerîka û Îranê de ku bi navê "Têgihiştinê Îslamabadê"
tê naskirin, hatiye diyarkirin, îro Duşemê bi dawî dibe.
Her du aliyan ev yadaştnameye di 17ê Hezîrana 2026an de wekî
çarçoveyekê ji bo rawestandina rûbirûbûna leşkerî û vekirina rêçikeke
danûstandinê li ser dosyayên mijarên bi nakok, di serî de Bernameya atomî ya
Îranê, sizayên Amerîkî û azadiya keştevaniyê, îmze kiribûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

