Sê kom çekan radest dikin.. Ta niha 580 hezar çek hatine tomarkirin
Êraq 03:36 PM - 2026-08-17
Ajans
Çek û Teqemenî
Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê, Ferîq Seid Main, îro Duşemê,
ragihand ku dest bi tomarkirina çekên welatiyên ku li nêzîkî deverên sînorî
dijîn, hatiye kirin.
Main ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê re got: Sê koman (Seraya
El-Selam, Esayib Ehlî Heq û Ketîbeyên Îmam Elî silav li ser bin), di
radestkirina çekên nehatine tomarkirin de berdewam in, û kar di rojên pêş de jî
ji bo wergirtina çekan ji aliyên din jî dike" tekez jî kir ku "rêjeyeke mezin ji çekên
bi awayên curbicur ji wan koman hatine wergirtin."
Main her wiha da zanîn ku "Komîteya Niştimanî ya
Piştgirîkirina Rêkxistina Çekan û sînorkirina wan di destê dewletê de, bi
piştgiriyeke pir mezin ji aliyê Serokê Encûmena Wezîran, Elî Falih El-Zeydî û
Wezareta Navxwe ve, di karê xwe de berdewam e."
Di heman demê de wî bal kişand ser wê yekê ku "her hefteyê
6 hezar çek li Bexda û parêzgehan tên tomarkirin, û ev hejmar wergirtina çekên
nehatine tomarkirin ji welatî û eşîran di nava xwe de digire," û tekez kir
ku "hejmara çekên hatine wergirtin heta niha 580 hezar çekî derbas kiriye."
Da xuyakirin jî ku "hejmara nivîsîngehên Komîteya
Niştimanî ya Piştgirîkirina Rêkxistina Çekan û sînorkirina wan di destê dewletê
de 845 nûsîngeh bûne, lê niha derketiye 848 nûsîngehan, ji ber ku sê nûsîngeh
li navçeyên sînorî hatine zêdekirin," û tekez kir ku "komîteyê dest
bi tomarkirina çekên niştecihên nêzîkî navçeyên sînorî kiriye."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

