Serokwezîrê Îraqê: Divê kompaniyên petrolê 24 demjimêran kar bikin
Êraq 05:17 PM - 2026-08-17
Ragihandina Serokwezîrê Îraqê
Wêneyekê Civînê
Serokê Encûmena Wezîran a Îraqa Federal Elî Falih El-Zeydî,
îro Duşemê ferman da ku divê kompaniyên petrolê 24 demjimêran bixebitin, di
heman demê de tekezî li ser girîngiya lezkirina dîtina çareseriyên pratîkî bi
rêya nûjenkirin û pêşvebirina boriya veguhastina petrolê kir.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê, di
daxuyaniyekê de ku (PUKMEDIA) kopiyek jê wergirtiye, ragihand: "Serokê
Encûmena Wezîran, Elî Falih El-Zeydî, serokatiya civîneke berfireh a Wezareta Petrolê
kiriye, bi amadebûna wezîrên darayî û petrolê, rêveberê nûsîngeha Serokê
Encûmena Wezîran, cîgirên wezîr û rêveberên giştî yên li hemû beş û pêkhateyên
wezaretê de."
Li gorî daxuyaniyê: "Di civînê de plan û stratejiyên ku
ji aliyê wezaretê ve hatine amadekirin, mekanîzmayên rûbirûbûna bandorên krîza
Tengava Hormizê, û çareseriyên pêşniyarkirî ji bo misogerkirina birêveçûna
hinardekirina petrola Îraqê û zêdekirina kapasîteyên wê yên hinardekirinê hatin
gotûbêjkirin."
Her wiha di civînê de siyaset, plan û çareseriyên guncaw ji
bo rûbirûbûna bandorên krîzê, misogerkirina berdewamiya hinardekirina petrolê û
xurtkirina dergehên alternatîf ên hinardekirinê hatin gotûbêjkirin û tekezî li
ser "girîngiya lezkirina dîtina çareseriyên pratîkî bi rêya nûjenkirin û
pêşvebirina boriya veguhastina petrolê û girêbestên bi kompaniyên cîhanî re ji
bo bazarîkirin û firotina petrola Îraqê" hat kirin.
El-Zeydî ferman da ku "Kompaniyên petrolê 24 demjimran
bixebitin, bi mebesta misogerkirina berdewamiya proseyên hilberîn û
hinardekirinê û zêdekirina rêjeyên wan, bi veberhênana mercên heyî û
veguherandina krîzê bo derfeteke serkeftinê, bi riya pêşvebirina binesaziya petrolî
û berfirehkirina dergehên hinardekirinê."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

