Çînê cih li Almanyayê teng kiriye
Cîhan 03:25 PM - 2026-08-18
Al-Arabiya
Kompaniyeke berhemanîna otomobîlan li Çînê
Zêdetirî 150 sal in ku
pîşesaziya otomobîlan wêneyekî xweş û biriqî ji bo Almanyayê çêkiriye; ji ber
vê yekê jî bûye navendeke teknolojiyê ya asta bilind û yek ji markayên
otomobîlan ên herî navdar li cîhanê, kompaniyên wekî (Mercedes-Benz, BMW,
Volkswagen, Porsche û Audi) wê pêşengiyê di warê endezyarî, nûbûn û mukumiyê de
nîşan didin û pîşesaziya wê jî sektoreke mezin a aborî ye ku piştî Çîn û
Amerîkayê, Almanya sêyem welat e di rêza welatên herî berhemdar de di çêkirina
otomobîlan de.
Li gorî wan datayên ku
hatine belavkirin, dahata Almanyayê di sala 2023an de di wê sektorê de 564
mîlyar Euro bûye û nêzîkî milyonekî kesî di wê sektorê de dixebitin. Salê
zêdetirî çar mîlyon otomobîlan di komaniyên nava xaka xwe de berhem tîne ku sê
parên wan dişîne derve, herwiha neh mîlyonî jî di komaniyên derveyî welatê xwe
de çêdike. Lêbelê ew hejmar yên derbasbûyî ne; çimkî di du salên borî de bi
rêjeya %24 kêm bûne. Ji ber wê yekê bi deh hezaran karker û kasibkar hatine
şandin bo malên xwe. Tê çaverêkirin ku heta dawiya îsal hejmara derxistiyan
bigihêje 100 hezar kesî û dibe ku ew hejmar di salên pêş de bibe du qat.
Kompaniya ber bi îflasbûnê ve diçin
Şewba koronayê, şerê sê salan ê Rûsya û Ukraynayê, aloziyên Rojhilata Navîn di pênc mehên borî de û sekinandina çûna keştiyan li tengava Hurmizê, sedemên sereke ne ku ji ber bilindbûna lêçûna enerjiyê ji bo kargehan, qeyraneke wisa çêkiriye ku di dîroka Almanyayê de mînaka wê tune ye, bi awayekî ku kompanî ber bi îflasbûnê û rûxandinê ve diçin.
Di hemberî de, berhemên Çînê ji ber lêçûna kêm û erzaniya bihayên wan, cih li berhemên Almanyayê teng kirine û bazarîbûna wan bi rêjeyeke berbiçav kêm kirine; lewra berhema Çînî li seranserê cîhanê bazarekî baş bi dest xistiye. Sala borî, Çînê zêdetirî 30 mîlyon otomobîlên piçûk çêkirine û berhema wê bi rêjeya %32 li gorî salên berê zêde bûye.
Ji destpêka îsal ve heta dawiya meha hezîranê, Çînê 15 mîlyon otomobîl berhem anîne; yanî di her çirkeyekê de otomobîlek çêkiriye û pênc mîlyon jî ji bo derve şandine. Bi giştî mehê zêdetirî milyonekî otomobîlan çêdike û di navxwe û derve de dide xebitandin.
Arasteya karên xwe diguherînin
Ya ku cihê balê ye, firotina otomobîlên Çînî di şeş mehên ewil ên îsal de gelekî zêdetir bûye ji firotina otomobîlên Amerîkî, Ewropî û Japonî; ev yek zengileke metirsîdar e ji bo wan û ji ber vê yekê ye ku %80ê kompaniyên Almanî dixwazin curê berhemên xwe biguherînin ji bo kelûpelên din, di demekê de ku %25ê wan karên xwe berfireh dikin ji bo pîşesaziya leşkerî û parastinê; çimkî niha li hemû cîhanê firotina çekan di pêşketinê de ye û şer li çend eniyan de germtir dibin. Almanya jî di çêkirina çekan de baweriyeke cîhanî ya xurt heye û her dem kiriyarên wê hene.
Hinekên din jî diçin nava sektorên enerjî, balafirvanî, teknolojiya bijîşkî û rêyên hesinî, li gorî wê yekê jî be, Çîn di pîşesaziya çêkirin û bazarîkirina otomobîlan de bi temamî cih li Almanyayê teng kiriye.
PUKMEDIA / Kurdistanî Nû
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

