Girîngiya hevrêziyê saziyên siyasî, sendîkayî û yasayî hat tekez kirin
Êraq 03:52 PM - 2026-08-20
PUKMEDIA
Dr. Xalid Şiwanî û Seroka Sendîkaya Parêzerên Îraqê
Berpirsê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
li Bexdayê Dr. Xalid Şiwanî, îro Pêncşemê 20ê Tebaxa 2026an, li baregeha mekteba
siyasî pêşwazî li seroka Sendîkaya Parêzerên Îraqê xanim Ehlam El-Lamî kir.
Di hevdîtinê de gelek babetên girêdayî berjewendiyên hevpar hatin
gotûbêjkirin û bal hate kişandin ser girîngiya xurtkirina têkilî û hevrêziyê di
navbera saziyên siyasî, sendîkayî û yasayî de, bi awayekî ku bibe alîkar ji bo
piştgiriya serweriya yasayê, xurtkirina karê sazûmanî û xizmetkirina
berjewendiya giştî.
Her wiha di civînê de nêrîn li ser çend dosyayên yasayî û
pîşeyî hatin guhertin, û girîngiya piştevaniya rola parêzeran di parastina maf
û azadiyan û xurtkirina dadmendiyê de hate tekezkirin.
Ji aliyê xwe ve, seroka Sendîkaya Parêzerên Îraqê girîngiya
berdewamiya têkilî û hevkariyê tekez kir, û spasiya xwe ji bo rola mekteba
Siyasî ya li Bexdayê bi serokatiya Dr. Xalid Şiwanî anî ziman, û serkeftina wî
di Wezareta Dadê de, pêşvebirina fermanhgehên wê, şopandina hemû warên wê û
nêzîkbûna wî ji welatî re bilind nirxand.
Dr. Xalid Şiwanî pesnê rola seroka sendîkayê da di şopandina
gelek qanûn û yasayan de ku dibin alîkar ji bo misogerkirina mafên parêzeran.
Her wiha amaje bi rola Serok Mam Celal (rehma Xwedê lê be) hate kirin di dema
serokatiya wî ya Komarê de û parastina wî ji mafên welatiyan bi hemû pêkhateyên
wan ve, ku bi rastî ew bûbû semama ewlehiyê ya Îraqê.
Ev serdan di çarçoveya xurtkirina têkilî û peywendiyan bi
saziyên cûrbicûr, sendîka û çalakiyên niştimanî yên li Bexdayê de, tê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

