YNKê tekezî li ser xizmetkirina welatiyên Xaneqînê dike
YNK 05:20 PM - 2026-08-20
PUKMEDIA
Dr. Xalid Şiwanî bi nûnerên Xaneqînê re
Berpirsê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
(YNK) li Bexdayê Dr. Xalid Şiwanî, pêşwaziya şandeke bajarê Xaneqînê kir ku ji
qaymeqamê berê yê Xaneqînê Mihemed Mela Hesen, hejmarek ji endamên encûmena
bajarok û rûsipiyan pêk dihat, bi amadebûna endamê encumena serkirdatiya YNKê
Aras Mela Axa, berpirsê Melbenda Rêxistinên Neynewayê.
Di civînê de çendîn pirs û dosyayên ku girîng in ji bo
welatiyên Xaneqînê hatin gotûbêjkirin, her wiha pêdivî û daxwazên herî girîng
hatin nirxandin ku Dr. Xalid Şiwanî soz da ku bi xwe bişopîne û bi wan re bixebite
ji bo dîtina çareseriyên guncaw jê re.
Berpirsê Mekteba Siyasî ya YNKê li Bexdayê tekez kir ku
serkirdatiya YNKê girîngiyeke taybet dide bajarê Xaneqînê û hewil dide daxwazên
welatiyên wê bi hevahengî ligel aliyên hikûmî û saziyên din ên dewletê bicîh
bîne, û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo welatiyên wê di hemû waran de hêsan
bike, ji ber ku heta demeke nêzîk û heta niha jî ji kêm-dabînkirina hin
fermangehên xizmetguzarî û tenduristiyê dinalîne.
Dr. Xalid Şiwanî tekez kir ku Xaneqîn û xelkên wê gelek
qurbanî dane û îro mafê wan heye ku dewlet tiştekî bike ku rewşa wan a jiyanê
baştir bike û aramî û pêkvejiyanê li bajar xurt bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

