Pentagon berpirsên rojnameya "Stars and Stripes" a leşkerî ji kar avêtin
Cîhan 10:45 AM - 2026-08-22
Ajans
Logoya Pentagon û Ala Amerîka
Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) sernivîserê rojnameya
"Stars and Stripes" Eric Slavin, nûnera karûbarên Rojhilata Navîn
Lara Corti, û her wiha weşangerê rojnameyê Max Lederer ji kar avêtin, ev gav bû
sedema fikaran li ser serxwebûna vê rojnameya leşkerî ya ku xwedî dîrokeke
dirêje di pêşkêşkirina nûçeyên hêzên Amerîkî li seranserê cîhanê de.
Sernivîserê rojnameya Eric Slavin ji ajansa Associated Press
re ragihand ku ew bi tohmeta (serîhildana li hember fermanan) hatiye
agahdarkirin ku xizmeta wî bi dawî bûye; ev yek piştî hevpeyvîneke giştî hat ku
tê de rexne li destwerdan û çavdêriya gengaz a artêşa Amerîkayê li ser xebata
edîtorî ya rojnameyê girtibû.
Dîroka rojnameya "Stars and Stripes" vedigere ser
Mijdara 1861ê, di dema Şerê Navxweyî yê Amerîkayê de, dema ku leşkerên ji
eyaleta Îllinoisê rojnameyek li nav kampa xwe li Bloomfield a Mîsûriyê ava
kirin, piştî ku dîtin nivîsîngeha rojnameyê valaye û leşkeran belavukek
belavkirin û têde çalakiyên xwe weşandin û navê wê kirin "Stars and
Stripes".
Piştî derbasbûna 160 sal, rojname bû saziyeke medyayî ku
xizmeta endamên hêzên Amerîkî yên li derveyî Amerîkayê belavkirî dike, û çapên
taybet ji bo Ewropa, Rojhilata Navîn û Okyanûsa Aram derdixe.
Tevî ku rojname ji aliyê dîrokî ve bi artêşa Amerîkayê ve
girêdayî ye û beşek ji aliyê Wezareta Berevaniyê ve tê fînansekirin,
"Stars and Stripes" kevneşopiyeke serbixweyiya edîtorî parastiye. Ev
yek bû sedem ku tedbîrên dawî yên li dijî serkirdên wê pirsan li ser paşeroja
vê serxwebûnê derxînin holê.
Ev ji kar avêtin di demekê de tên ku rêveberiya Serokê
Amerîkayê Donald Trump nêzîkatiyeke tundtir li hember medyayê dipejirîne, di
nav de danîna sînorên hişk li ser gihîştina rojnamevanên ku Wezareta Berevaniyê
dişopînin bo avahiya Pentagonê.
Ev bilindbûna aloziyê rojnameya "Stars and
Stripes" dixe ber ceribandineke nû derbarê şiyana wê ya parastina
serbixweyiya xwe ya edîtorî de, di bin siya pêwendiya wê ya darazî û sazûmanî
ya dirêj bi Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê re.
PUKMEDA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

