Konferansa yekem a nexweşiya penceşêrê li Silêmaniyê hate ragihandin
Kurdistan 12:15 PM - 2026-08-26
PUKMEDIA
Dr.Yad Neqişbendî
Yekemîn konferansa nexweşiya penceşêrê li Silêmaniyê bi
beşdariya zêdetirî 200 pispor, pijîşk, lêkolîner, serkirdên çavdêriya
tenduristiyê û pisporên navneteweyî hate ragihandin û rêveberê Nexweşxaneya
Hîwa dibêje: Me karekî rastî kiriye ji bo berfirehkirina xizmetguzariyên xwe û
lidarxistina vê konferansê jî dê bibe şoreşeke nû di çareserkirina nexweşan de
û em ê gavên din ên nûtir jî biavêjin.
Îro, 26ê 08ê 2026an Dr. Yad Neqşbendî rêvebirê nexweşxaneya
Hîwa, di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihandina yekemîn konferansa nexweşiya
penceşêrê eşkere kir û da xuyakirin: Konferans di rojên 4,5/2/2027an de li
bajarê Silêmaniyê birêve diçe û tîrêjê diavêje ser xweparastina ji penceşêrê,
naskirina zû (pêşwext), çareserî û lêkolînan; ji bilî wê yekê ku Silêmanî wekî
navendeke geşesendî ji bo pêşvebirina pijîşkî û hevkariya navneteweyî di
çavdêriya penceşêrê de tê naskirin.
Wî her wiha got: Konferans di bin serpereştiya Rêveberiya
Tenduristiya Silêmaniyê û Sindoqa Penceşêrê de û bi hevahengiya Zanîngeha
Silêmaniyê û Rêxistina Êlît birêve diçe, ku armanca wê hişyariya giştî û
çareserkirina tûşbûyên nexweşiyê ye.
Birêvebirê nexweşxaneya Hîwa her wiha ragihand: Konferans bi
beşdariya hemû navendên penceşêrê yên Herêmê û Îraqê birêve diçe û tê de çendîn
kargehên zanistî tên pêşkêşkirin. Di heman demê de kar li ser anîna pêş a
xizmetguzariya AI ji bo tûşbûyên penceşêrê tê kirin û em ê wê xizmetguzariyê jî
bixin xizmeta tûşbûyên penceşêrê de.
Wî her wiha da xuyakirin ku yekemîn konferansa navneteweyî
ya penceşêrê bi beşdariya zêdetirî 200 pispor, pijîşk, lêkolîner, serokên
çavdêriya tenduristiyê û pisporên navneteweyî tê lidarxistin, armanca wê jî
hişyariya giştî û çareserkirina nexweşiyê ye ji ber ku her pêngaveke zanistî ji
bo xizmetkirina nexweşan e û ji bo wê ye ku nexweşxaneya me di rêza yekem de li
Îraq û Herêma Kurdistanê bimîne.
Dr. Yad Neqşbendî, Rêveberê Nexweşxaneya Hîwa, her wiha got:
Li ser raspardeya Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêmê, beşek ji
Nexweşxaneya Hîwa dê wekî navendeke penceşêrê li sînorê îdareya Raperînê bê
vekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

