Macron pêşwazî li tevlîbûna HSDê di nav Hikûmeta Sûriyê de dike
Cîhan 10:32 PM - 2026-08-26
Annahar
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron yekgirtina Hêzên
Sûriye Demokratîk (HSD) digel hikûmeta Sûriyê pîroz kir û tekez dike ku divê
çek di destê dewletê de bin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron pîrozbahiyê li Sûriyê
kir ji bo tiştê ku wî wekî "pêngaveke biryardar" di tevlîbûna aştiyane ya Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewleta Sûriyê de bi nav
kir; û pesna rola Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şereh û fermandarê Hêzên Sûriye
Demokratîk Mezlûm Ebdî da.
Macron îro roja Çarşemê di postekê de li ser
platforma X got, "Ez Sûriyê ji bo pêngava biryardar ya ku duh di tevlîbûna aştiyane ya Hêzên Sûriye Demokratîk di nav saziyên dewleta Sûriyê de hat avêtin pîroz
dikim.
Her weha got: Ez pabendbûna Serok Şereh û
hesta berpirsiyariyê ya ku Mezlûm Ebdî û Hêzên Sûriye Demokratîk di vî warî de
nîşan dane, pesin dikim.
Fransa: Emê çavdêriya cîbicîkirina peymanê bikin
Serokomarê Fransayê destnîşan kir ku Parîs ji
destpêka serdema veguhêz li Sûriyê ve di piştgirîkirina vê rêbazê de rolek
lîstiye, û tekez kir ku ewê bi baldarî çavdêriya çawaniya cîbicîkirina wê li
ser erdê bike û got: Ji destpêka serdema veguhêztinê ve, Fransa
roleke çalak di piştgiriya vê pêvajoyê de lîstiye û dixwaze pêkanîna wê
bişopîne.
Macron amaje bi wê yekê kir ku,Fransa dê piştgiriya
veguhertina Sûriyê bike,ku tenê bi prensîbên yekîtî û serweriya Sûriyê,rêzgirtina
ji bo hemû pêkhateyên wê û yekdestdariya dewletê li ser bikaranîna hêzê were
rêvebirin.
Macron di dawiyê de tekez kir ku ev prensîb nûnerayetiya rêya avakirina aştî û aramiya mayînde li Sûriyê
dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

