Li Bexdayê rêveberekî polîsan û karmendek hatin kuştin
Êraq 03:40 PM - 2026-08-27
AFP
Bexdada Paytext
Di encama aloziyeke ku di dema pêngaveke rakirina
zêdegaviyan de li Bexdayê derket, rêveberê polîsên emîndariya Bexdayê û polîsek
hatin kuştin, her wiha çar karmendên din jî birîndar bûn û gunehbarekî bûyerê
hate girtin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê eşkere kir ku di dema
cîbicîkirina erka fermî de ji bo rakirina zêdegaviyên niştecihbûnê li navçeya
Dora ya li başûrê Bexdayê, hêzên ewlehiyê û tîmên xizmetguzariyê ji aliyê
xwediyên zêdegaviyan ve rastî gulebaranê hatin.
Şaneyê da zanîn ku di encamê de, Emîd Hîşam Mihemed ku
rêveberê Beşa Polîsê ya emîndariya Bexdayê li beşa Kerxê bû û polîsek hatin
kuştin, her wiha çar karmendên din jî birîndar bûn ku pêk hatine ji karmendekî
polîsê federal, du karmendên polîsê emîndariyê û karmendekî emîndariya Bexdayê.
Di heman demê de, bi fermana Fermandarê Operasyonên Bexdayê,
hêzên ewlehiyê dorpêçeke tund xistin ser navçeyê û dergeh girtin. Di
operasyoneke lêgerînê ya berfireh de heta niha kesekî gunehbar hatiye girtin û
lêgerîna li pey tawanbarên din jî berdewam e.
Ji aliyekî din ve, serokwezîrê Îraqê di peyameke sersaxiyê
de ragihand: "Me hêzên xwe yên ewlehiyê raspartine ku navçeyê dorpêç bikin
û tedbîran tund bikin, û hemû kesên ku di vê kiryarê de hatine tawanbarkirin dê
bên darizandin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

