Karvedanên cîhanî li hemberî tevlîbûna HSDê di nav saziyên dewleta Sûriyê de

Cîhan 10:05 PM - 2026-08-28
Karvedanên welatên cîhanê li hemberî tevlîbûna HSDê di nav saziyên dewleta Sûriyê de Ajans

Karvedanên welatên cîhanê li hemberî tevlîbûna HSDê di nav saziyên dewleta Sûriyê de

Cîhanî

Karvedanên welatên cîhanê li hemberî tevlîbûna HSDê di nav saziyên Sûriyê de roj bi roj zêdetir dibin.

Îraq:

Wezareta Derve ya Îraqê roja Înê pêşwazî li rêkeftina têkelbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewleta Sûriyê de kir.

Daxuyaniyek ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îraqê ve hat weşandin, ku kopiyek ji PUKMEDIA wergirtiye, ragihand ku ew "pêşwazî li encamên erênî yên danûstandinên di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê de dik, ku di heman demê de bi biryara tevlîbûna Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewleta Sûriyê de bû sedema yekbûna hêzên çekdar.

Her weha aşkere kir ku;ev pêngavên din di vê çarçoveyê de pêşketinek girîng di rêya xurtkirina aramiya Sûriyê û zêdekirina serweriya wê de temsîl dikin, ku dibe alîkar ku beşdariya di rêveberiyê de berfirehtir bibe û armancên gelê Sûriyê ji bo ewlehî, aştî û aramiyê pêk werin.

Wezaretê piştgiriya Komara Îraqê ji bo "hemû hewildanên ku armanc dikin yekîtî, serwerî û aramiya Sûriyê xurt bikin, bi awayekî ku misoger bike ku saziyên dewleta Sûriyê çarçoveyek berfireh ji bo hemû pêkhateyên gelê Sûriyê ne" dubare kir.

Erebistana Siûdiyê:

Erebistana Siûdî pêşwazî li tevlîbûna Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewleta Sûriyê de dike, û piştrast dike ku ev yek dê ewlehî û aramiya li Sûriyê û ji bo gelê wê zêde bike.

Siûdiyê tekez kir ku ev pêngava ku pêk hatiye pêşketinek gelekî erênî ye û dê gelekî beşdarî pêkanîna ewlehî û aramiya ku Sûriye û hemî gelê wê dixwazin bibe.

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdiyê daxuyaniyek fermî li ser platforma X weşand, ku têde piştgiriya tevahî ya welatê xwe ji bo pêngav û rêkarên ku niha ji hêla hikûmeta Sûriyê ve têne avêtin, ji nû ve piştrast kir.

Wezaretê aşkere kir ku ev hewldan di serî de ji bo pêkanîna xwestekên gelê Sûriyê ne ku rêya yekîtiya neteweyî û pêşkeftina berfireh li hemû herêmên welêt bidomînin.

Bi vê boneyê, Erebistana Siûdî ji Sûriyê û gelê wê re ewlehî, aştî, serfirazî û pêşketin di pêşeroja xwe de xwest.

Turkiye:


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, pêşwazî li daxuyaniya tevlîbûna Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewleta Sûriyê de kir û radighîne ku, ew pêngav cîhê kêfxweşiyê ye.

Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan li bajarê Elzîzê derbarê proseya tevlîbûna HSDê di nava saziyên dewleta Sûriyê de bersiva rojnamevanan da û got: Karê me ewe ku em bi profesyonelî tevbigerin, kontrol bikin ka ev di qadê da çawa tê cîbicîkirin. Heke wekî ku tê gotin be bûyereke wisa ye ku gelekî kêfxweşiyê dide. Wekî temamkerê wan pêngavane ku em niha dixwazin biavêjin, pêngaveke ku bi taybetî biratiya Kurd-Ereban a li Sûriyeyê dê xurt bike.

Hakan Fîdan got: Ev pêngav dê bibe yek ji wan bûyeran ku dê xizmeta herî mezin bide amadehiya atmosfera ku dê hemû Sûriyeyê bi ewlehî li pêşerojê binêrin. Em li vir dema nasnameya Kurdan tê parastin, redkirina nasnameyê çênabe girîngiya mijara parastina yekîtiya neteweyî ya Sûriyeyê jî, yekîtiya axê jî destnîşan dikin û dixwazin ku di pratîkê dd jî vê bibînin.

Fîdan tekez jî kir: Emê di vê pêvajoya nû da van pirsgirêkan hemû bi feraseta dualî, bi rêya diyalogê û bi rêya aştiyê çareser bikin.

Fransa:

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron yekgirtina Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) digel hikûmeta Sûriyê pîroz kir û tekez dike ku divê çek di destê dewletê de bin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron pîrozbahiyê li Sûriyê kir ji bo tiştê ku wî wekî "pêngaveke biryardar" di tevlîbûna aştiyane ya Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewleta Sûriyê de bi nav kir; û pesna rola Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şereh û fermandarê Hêzên Sûriye Demokratîk Mezlûm Ebdî da.

Macron di postekê de li ser platforma X got, "Ez Sûriyê ji bo pêngava biryardar ya ku duh di tevlîbûna aştiyane ya Hêzên Sûriye Demokratîk di nav saziyên dewleta Sûriyê de hat avêtin pîroz dikim.

Her weha got: Ez pabendbûna Serok Şereh û hesta berpirsiyariyê ya ku Mezlûm Ebdî û Hêzên Sûriye Demokratîk di vî warî de nîşan dane, pesin dikim.

Serokomarê Fransayê destnîşan kir ku Parîs ji destpêka serdema veguhêz li Sûriyê ve di piştgirîkirina vê rêbazê de rolek lîstiye, û tekez kir ku ewê bi baldarî çavdêriya çawaniya cîbicîkirina wê li ser erdê bike û got: Ji destpêka serdema veguhêztinê ve, Fransa roleke çalak di piştgiriya vê pêvajoyê de lîstiye û dixwaze pêkanîna wê bişopîne.

Macron amaje bi wê yekê kir ku,Fransa dê piştgiriya veguhertina Sûriyê bike,ku tenê bi prensîbên yekîtî û serweriya Sûriyê,rêzgirtina ji bo hemû pêkhateyên wê û yekdestdariya dewletê li ser bikaranîna hêzê were rêvebirin.

Macron di dawiyê de tekez kir ku ev prensîb nûnerayetiya rêya avakirina aştî û aramiya mayînde li Sûriyê dike.

Yekîtiya Ewropa:

Enwer El-ʼEnûnî,Berdevkê Yekîtiya Ewropa ji bo Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehîyê ragihand ku tevlîbûna Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) di nav sazî û hêzên niştimanî yên Hikûmeta Sûrîyê de, yekîtiya nîştimanî gelekî bi hêz dike.

El-ʼEnûnî di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku ev tevlîbûn, digel hebûna nûnertîya siyasî ya Kurdan û misogerkirina mafên wan wekî tevahîya pêkhateyên Sûriyê, dê beşdarîyê di piştgirîya aştî û aramîya civakî de bike.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Berdevkê Yekîtîya Ewropa ji bo Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehîyê tekz kir ku Yekîtiya Ewropa dê di piştgirîya Sûriyê de û hewldanên wê yên ji bo pêkanîna aramyê û parastina mafên hemû  pêkhateyên Sûrîbi bêyî tu cudahîyê, berdewam be.

Swîsre û Holanda:

 Swîsre û Holanda pêşwazî li cî bi cîkirina Rêkeftina 29ê Çile kirin, ku tevlîbûna Hêzên sûriye Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewletê de destnîşan dike.

Balyoza Swîsre li Lubnanê û Berpirsa Karûbarên Derve li Sûriyê, Nicole Ruder, di postekê de li ser platforma X got ku welatê wê pêşwazî li tevlîbûna HSDê di nav saziyên dewleta Sûriyê de dike, di çarçoveya Rêkeftna 29ê Çile de.

Nicole Ruder, ev pêngav ji bo yekîtiya Sûriyê û hevgirtina civaka wê girîng dît, û destnîşan kir ku Swîsre dê di dema veguheztina siyasî de piştgiriya hewildanên rayedarên Sûriyê bike û li kêleka gelê Sûriyê raweste.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Holandayê pêşwazî li li pirsa tevlîbûna HSDê di nav saziyên dewleta Sûriyê de kir, û ew wekî pêngaveke girîng ber bi Sûriyeyeke yekgirtî, aram û serwer ve bi nav kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket