Derbarê vegera koçberan li Helebê civîn hat lidarxistin
Kurdistan 11:05 AM - 2026-08-30
PUKMEDIA
Civîna li Helebê
Di civîneke berfireh de ku li Helebê hate lidarxistin, karê
komîteya tevlêbûnê û planên vegera koçberan hatin gotûbêjkirin, bi beşdariya
parêzgarên Helebê Ezam Xerîb, Hesekê Nûredîn Ehmed û Dêra Zorê Ziyad Elayiş,
ligel berpirsên leşkerî û ewlehî di nav de Semîr Oso ( Sîpan Hemo), her wiha
gotûbêjkirina rêkarên ewlehî, xizmetguzarî û îdarî yên pêwîst ji bo hêsankirina
vegera xelkê hat kirin.
Di civînê de endamê komîteya serokatiyê û endamê meclisa gel
Mistefa Ebdî, berdevkê komîteya tevlêbûnê ya serokatiyê Ehmed El-Hilalî,
birêveberê ewlehiya navxweyî li parêzgeha Hesekê Merwan El-Elî, ligel cîgirên
parêzgarê Helebê Fewaz Hilal û Elî Henûre, û hejmareke endamên buroya kargêrî û
berpirsên blokan amade bûn.
Di civînê de rola parêzgeha Helebê di karên komîteya
tevlêbûnê ya serokatiyê de di dema çûyî de hate gotûbêjkirin, bi taybetî tiştê
ku bi dosyeya vegera koçberan bo bajar û gundên wan ve girêdayî ye, li gel plan
û rêkarên pêşerojê yên pêwîst ji bo hêsankirina vegera xelkê.
Her wiha di civînê de aliyên ewlehî, xizmetguzarî, meydanî û
îdarî yên bi vegera koçberan ve girêdayî hatin gotûbêjkirin, ligel rêbazên
hevrêziyê di navbera aliyên peywendîdar de ji bo dabînkirina şert û mercên
guncaw ji bo vegera wan di qonaxa bê de.
Di dawiya civînê de, parêzgarê Helebê tekezî li ser
berdewamiya hevrêziyê bi aliyên peywendîdar re kir ji bo dabînkirina pêdiviyên
pêwîst ji bo vegera xelkê bi rengekî ewle, bi awayekî ku beşdarî piştgiriya
aramiyê li herêmê bike.
PUKMEDIA/Anha
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

