Bilindbûnek di amara qurbaniyên lehiyên Nepalê de û hişyariyek li ser rizgarkeran
Cîhan 11:16 AM - 2026-08-30
PUKMEDIA
Lehî
Desteya Rêveberiya
Rewşên Awarte ya Nepalê roja Yekşemê ragihand ku li gorî daneyên dawî yên
nefermî, hejmara qurbaniyên lehiyên wêranker ên ku roja Çarşemê li bakurê welêt
û nêzî sînorê Çînê rabûn, gihîşt 734 qurbanî û 2498 windayan.
Li aliyê Çînê jî, li
gorî ragihandina medyaya fermî, hejmara qurbaniyan gihîşt 16 kesan û 546 kes jî
hînê winda ne, ku bi vê yekê re hejmara giştî ya kesên ku di karesatê de jiyana
xwe ji dest dane dibe 750 û ya windayan jî digihîje 3044an.
Rayeya Rêveberiya
Rewşên Awarte di hişyariyekê de ku roja Yekşemê danê sibehê da, ragihand ku wan
agahî wergirtine ku li herêma Rasuwayê di çemê Botîkûşî de herikîna ava lehiyê
bi awayekî berçavan zêde dibe. Ji ber vê yekê, ji hemû kesên ku di karên
lêgerîn, rizgarkirin û alîkariyê de cih digirin, ji niştecihên herêmên ku li
kêleka çem in û ji hemû kesên din ên li herêmên ku bandor lê bûye, di nav de
Rasuwa, Nûakût, Dadîng û Çitwan, tê xwestin ku hişyar bin.
Saziya Lêkolînên
Jeolojîk a Amerîkayê eşkere kir ku leh bi sedema hilweşîna qeşê çêbûne, ya ku
bûye sedema tevgerandina erdhejê û karesetê ber bi gola çem ve li Nepal û
Tîbetê. Got jî: Ev bûyer di destpêkê de wekî erdhejeke bi mezinahiya 4.4 pileyî
hatibû ragihandin, lê piştî lêkolîna li ser tomarkirinên erdhejê diyar bû ku ew
hilweşîna qeşê û herikîna bermahiyan bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

