Îslendî destpêkirina danûstandinên ji bo endamtiya di Yekîtiya Ewropayê de red dikin
Cîhan 12:17 PM - 2026-08-30
PUKMEDIA
Alaya Îslandayê
Welatiyên Îslendayê bi rêjeya 52.5% a dengan, hewldanên hikûmeta xwe ji bo
destpêkirina danûstandinan ji bo endambûnê di Yekîtiya Ewropayê de red kirin, û
sedema sereke ya serkeftina eniya "na" jî vedigere ser metirsiya
windakirina serweriya welat.
Li gorî raporeke
kenala RUV, xelkê Îslendayê bi rêjeya 52.5% dengê "na" û bi rêjeya
47.5% dengê "erê", destpêkirina danûstandinên ji bo endamtiya di
Yekîtiya Ewropayê de red kirin, û sedema sereke ya vê redkirinê jî parastina
serweriya welat û kontrolkirina çavkaniyên dewlemendiya masiyan e.
Her li gorî rapora
kenala RUV, ev encam Brukselê bêhêvî dike, ji ber ku wan Îslenda wekî derfetekê
ji bo xurtkirina refên xwe û bihêzkirina ewlehiya navçeya Cemserî Bakur didît.
Di heman demê de,
eniya "erê" di wê baweriyê de bûn ku endamtiya Yekîtiya Ewropayê dê
aboriya welat bixe ser rêyekî aram û rêjeya sûdê kêm bike û li hember aloziyên
cîhanî (wekî şerê Ûkraynayê) ewlehiyê dabîn bike, li hemberî vê yekê eniya
"na" di wê baweriyê de bûn ku tevlîbûna di wê yekîtiyê de dê
serweriya Îslendayê kêm bike û zirarê bide sektor û çavkaniyên dewlemendiya
masiyan û masîgirtinê.
Ev di demekê de ye ku
Îslendayê di sala 2009an de ji ber qeyrana darazî daxwaza endamtiyê di Yekîtiya
Ewropayê de kir, lêbelê ji sala 2013an ve danûstandin hatine rawestandin. Di
heman demê de, hewldanên Donald Trump ji bo kontrolkirina Grînlandê nîgeranî li
Îslendayê çêkirine, ji ber ku Îslenda bi dûrahiya 180 mîlî cîranê avên Grînlandê
ye û artêşeke wê ya serbixwe nîne û xwe dispêre NATOyê, lewra beşek ji
welatiyan di wê baweriyê de bûn ku nêzîkbûna ji Yekîtiya Ewropayê re dê
parastin û ewlehiyeke zêdetir ji wan re dabîn bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

