Nûvekirina pevçûnê: Bombebarana Amerîkî li girava Larikê û bersiva Îranî li ser bingehên li herêmê
Cîhan 11:36 AM - 2026-08-31
PUKMEDIA
şerê Îran û Amerîka
Artêşa Pasdarên Îranê ragihand ku sibeha roja Duşemê, li ser
keştiyeke petrolê ku di dema derbasbûna "rêyeke neqanûnî" de li
başûrê Tengava Hurmizê rastî du mîneyên deryayî hatibû, agir derket. Tehranê
her wiha tekez kir ku wan bingehên artêşa Amerîkayê yên li Îmarat û Urdunê
hedef girtine, ev jî piştî êrîşên ku şeva borî ji aliyê Amerîkayê ve li ser
Girava Lark a li Tengavê hatibûn kirin.
Deryayî Artêşa Pasdaran hişyarî kir ku çarenûsa keştiyên ku
rêzikên ewlehiyê yên tengavê binpê bikin dê mîna ya wê keştiyê be ku li mîneyan
qelibî, û tekez kir ku pabendbûn bi rênimayên ku ji aliyê hêzên wan ve ji bo
derbasbûn tengavê hatine ragihandin "fermaneke neçarî" ye. Wê her
wiha banga li kampaniyên pasedarên veguhestina deryayî kir ku bi gotinên wan
"li ser xapandina artêşa Amerîkayê nekevin.
Armancgirtine bingehên
li Îmarat û Urdunê
Di heman çarçoveyê de, artêşa Îranê ragihand ku wan bi dehan
dronan navendên helîkopter û hêzên artêşa Amerîkayê yên li baregeha Minhad a li
Îmaratê armanc girtine, û diyar kir ku ev êrîş wekî bersivekê ye ji bo tiştê ku
wan wekî "êrîşên dijmin" li ser Girava Lark bi nav kir.
Ji aliyekî din ve, Artêşa Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de
got: Me binesazî û bingehên balafirên şer ên dijmin li bingehên hewayî yên
El-Melik Huseyn û Ezreq ên Amerîkayê yên li Urdunê têk birin, û da xuyakirin ku
êrîşa li ser her du bingehên Urdunê wekî "bersivekê ji bo êrîşa Amerîkî a
li ser Girava Lark" bûye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Artêşa Pasdaran di
van êrîşan de dron û mûşekên balîstîk bi kar anîne. Pişt re televîzyona Îranî
ragihand ku mûşekên di operasyonê de hatine bikaranîn mûşekên balîstîk ên bi
sotemeniya hişk ji curê "Xeyber Şikin " û her wiha mûşekên
"Qedir" û "Îmad" ên bi sotemeniya şil bûn.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Îranê tekez kir ku artêşa
Amerîkayê êrîşî beşekî Girava Lark kiriye, ku ev yek binpêkirina serweriya
neteweyî û yekparebûna xaka Îranê ye.
Û wê ragihand ku hêzên çekdar ên Îranê "lêdanên
parastinê yên wêranker" li bingehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Urdunê
xistin, û got ku ew bûn bingeha destdirêjiya leşkerî ya Amerîkayê li ser Îranê.
Wezareta Karên Derve ya Îranê da xuyakirin ku sedema ku nehêştiye rêça deryayî ewle
be kiryarên Amerîkayê ye. Û tekez kir ku Îran wê bi tundî bersive her êrîşekê
bide.
Pasdaran ragihand ku
di destpêka sibê de, sîstema wê ya parastina esmanî dironeka Amerîkî ya ji
cûreyê "MQ-9" li esmanên Tengavê xistiye xwarê.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got ku têkbirina aramiyê
û aloziyên li herêmê ne di berjewendiya tu welatî de ne û dê her kesî bixe ber
pirsgirêkan. Û got "Em li pey şer nînin, lê em ê li hemberî tu
destdirêjiyekê bi destên girêdayî nemînin û emê bersivê bidin.
Hejmareke mezin a mûşekan xistin
Ji aliyê xwe ve, kanala Fox Newsê bi rêya çavkaniyekî
amerîkî ragihand ku Îranê êrîş birine ser hêzên amerîkî yên li Urdunê bi awayê
bersivdayîna êrîşên ku artêşa Amerîkayê li dijî armancên îranî li girava Larkê
pêk anîbûn.
Kanalas amerîkî da xuyakirin ku hêzên amerîkî di esmanê
Urdunê de hejmareke mezin ji mûşekên îranî girtine.
Sentkom: Îran mînan diçîne
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (Sentkom) di daxuyaniyekê
de li ser platforma Xê ragihand ku hêzên wê li dijî hêzên çandina mînan ên
girêdayî Pasdarên Îranê ku li tengava Hurmizê metirsiyeke nêzîk çêdikirin,
tedbîreke sînorkirî û hûr girtine. Wê zêde kir ku "Îran bixwe ev metirsî
çêkiriye, û artêşa Amerîkayê ji bo parastina deryavanên sivîl, bazirganiya
deryayî û azadiya tevgera bazirganiya cîhanî ew rakiriye.
Fermandariya Navendî tiştên ku di daxuyaniya Pasdarên Îranê
de hatibûn gotin ku êrîşên ku hêzên amerîkî ji bo pêşîgirtina li Pasdaran di
çandina mînan de li tengavê pêk anîne wekî "pêkanîneke dijminane"
binav dikin, bi "îdiayeke bi tevahî derew" bi nav kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

