Parlamenterê YNKê hewl dide sê daxwazên girîng di budçeyê de bên cîbicîkirin
Kurdistan 03:16 PM - 2026-08-31
Ragihandina Encumena Nûneran
Civîna Parlamentoya Îraqê/ Arşîv
Bi îmzaya beşek ji parlamenteran û piştevaniya serokê
Parlamentoya Îraqê, sê daxwazên girîng arasteyî lîjana darayî hatin kirin, daku
di budçeya bê de werin çareserkirin, endamekî Encûmena Nûnerên Îraqê jî
radigehîne: Hêvîdarim ku tevahiya fraksiyonan û bi taybetî fraksiyonên
Kurdistanî, hevkar û piştevanê van daxwazan bin daku bi hewla hevpar em
bigihêjin encamekê.
Endamê Encûmena Nûnerên Îraqê Dr. Biryar Reşîd, ji malpera
fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Di dema borî de
ji bo çareserkirina sê pirsên girîng, me îmzeyên pêwîst ên endamên Encûmena
Nûnerên Îraqê kom kirin, bi piştevaniya serokê parlamentê, di heman demê de bi
awayekî fermî arasteyî lîjana darayî hat kirin daku di çarçoveya budçeya giştî
ya bê de çareseriyeke yasayî û darayî ji wan re bê dîtin.
Her wiha Dr. Biryar Reşîd ragihand: Daxwaz ji van babetan
pêktên; peydakirina derfetên damezrandinê û terxankirina pileyên taybet ji bo
wan derçûyên ku ji ber rewşa darayî û aborî ya salên borî derfeta damezrandinê
ji wan re çênebûye, bi taybetî ji ber pêwîstiya berdewam a nexweşxane û saziyên
tenduristiyê bi pisporiyên wan. Di heman demê de me daxwaz kiriye ku maf û
şayesteyên darayî û îdarî yên pile bilindkirina fermberan, ku di salên borî de
ji ber pirsgirêkên darayî hatibûn paşxistin, bi awayekî dadperwerane werin
cîbicîkirin û cudahî di navbera fermberên Herêmê û navçeyên din ên Îraqê de
neyê kirin.
Dr. Biryar Reşîd amaje bi wê yekê jî kir ku, daxwaza me ya dawî
jî piştevaniye ji bo daxwaza nêzîkî 700 mamosteyên wanebêj, ku hinek ji wan 10
heta 12 salan xizmet kirine, lê di proseya guhertina wanebêjan bo girêbest de nehatine
beşdar kirin û me daxwaz kiriye ku mafê wan bê vegerandin û xizmetên wan li ber
çavan bên girtin û pêdiviya darayî ji bo vegerandina wan bo saziyên perwerdeyê
bê dabînkirin. Em hêvîdarin ku tevahiya fraksiyon û bi taybetî fraksiyonên
Kurdistanî, hevkar û piştevanên van daxwazan bin daku bi hewla hevpar em bigihînin
encamê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

