Karwan Yarweys: Daxwaza cîbicîkirina madeya 140 mafekî destûrî ye
Kurdistan 03:43 PM - 2026-08-31
PUKMEDIA
Karwan Yarweys
Berpirsê Melbenda YNKê li Xaneqînê Karwan Yarweys, nûçeya
derketina fermana girtina xwe red dike û ragihand ku, biryare sibe şandeyeke
nûnerên Xaneqînê li Bexdayê bi Serokkomarê Îraqê re ji bo pirsa madeya 140
bicive.
Biryarbû ku îro xwepêşandan li Xaneqînê li dijî guhertina
demografiyê pêk were, lê ji ber metirsiya ewlehiyê ji bo demekê nayê zanîn hat
paşxistin û polîsê Xaneqînê jî ragihand: Tu fermaneke girtinê ji bo Karwan
Yarweys negihiştiye destê wan.
Di wê barê de jî berpirsê melbenda Xaneqînê ya Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê Karwan Yarweys, ji PUKMEDIA re got: Hemû ew dengoyên ku
behsa derketina fermana girtina min dikin, ji rastiyê dûr in.
Wî her wiha got jî: Çalakiyên wan di çarçoveya destûrê de ne
û sibe ji bo daxwazkirina mafên neteweyî yên kurd û cîbicîkirina madeya 140ê,
li Bexdayê rû bi rû bi serokkomarê Îraqê re dicivin.
Da xuyakirin jî ku; biryara helpesardina xwepêşandanan ji
ber parastina jiyana çalakvanan û nebûna piştrastiya ewlehiyê bûye, ne ku ji
ber fişarên yasayî.
Derbarê dengoya girtina 41 rojnamevan û çalakvanan de, da
xuyakirin: Bi awayekî fermî ti tişt negihiştiye wan, lê ew daxwaz dikin ku
girtî werin azadkirin û ferman werin hilweşandin.
Wî her wiha anî ziman û got: Daxwazkirina cîbicîkirina madeya
140 mafekî destûrî ye û nabe rêgirî li daxwazên yasayî yên xelkê navçeyê bê
kirin.
Di heman demê de çavkaniyekî ji polîsê Xaneqînê ji PUKMEDIA
re piştrast kir ku tu fermana fermî ji bo girtina Karwan Yarweys negihiştiye
wan. Ev daxuyanî di demekê de ye ku dengoyeke berfireh li ser pêngava girtinê
li sînorî hatiye belavkirin, lê berpirsên YNKê li navçeyê dibêjin armanca wan a
sereke tenê daxwazkirina mafên wan ên destûrî ye ji hikûmeta federal û biryar e
bi serokomar Nizar Amêdî re pirsa têkdana demografiya bajar gotûbêj bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

