Nûnerên Xaneqînê: Serokomar peywendî kir û me xwepêşandan rawestand
Kurdistan 05:46 PM - 2026-08-31
PUKMEDIA
Bajarê Xaneqîn
Rêkxerên xwepêşandana ku biryar bû îro li bajarê Xaneqînê
dest pê bikra, daxuyaniyek dan û tê de tekez kirin ku wan lidarxistina
xwepêşandanê daye sekinandin, piştî ku ji aliyê Serokomarê Îraqê û Serokê
Lijneya Têkildarî Cîbicîkirina madeya 140ê ve peywendî bi wan re hatiye kirin.
Her wiha ragihandin ku ew ê sibê bi Serokomar re bicivin, bi armanca gihandina
daxwazên xelkê Xaneqînê.
Li jêr naveroka daxuyaniyê ye:
"Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Ji bo parastina aştiya civakî, yekrêziya xelkê navçeya
Xaneqînê û parastina ewlehî û aramiya bajarê me, em dixwazin ji xelkê xwe yên
birûmet re diyar bikin ku me peywendiyek ji Serokomarê Îraqê û Serokê Lijneya
Têkildarî Cîbicîkirina madeya (140) ya Destûrê wergirtiye, û ji bo me re li gel
wan rojek hatiye destnîşankirin ku ew jî sibê ye, daku em rasterast û bi
awayekî fermî daxwazên xelkê Xaneqînê bigihînin wan.
Lewma, li ser bingeha vê vexwendinê, biryar hat dayîn ku
xwepêşandan bê sekinandin û sibê neyê lidarxistin, ne ku bê betalkirin. Ev yek
ji bo wê ye ku derfet bê dayîn ji bo peywendî û hevdîtina bi aliyên pêwendîdar
re, û daxwaz û mafên me bi awayekî herî zelal û bi rêbazekî şaristanî û qanûnî,
dûrî her cure alozî yan bilindbûnekê werin gotûbêjkirin.
Em ji xelkên xwe yên birûmet re tekez dikin ku xwepêşandan
nehatiye betalkirin, lêbelê ji bo demekê hatiye sekinandin heta ku lijne ji
Bexdayê vedigere, encamên hevdîtin û peywendiyan û her wiha tiştên ku li ser
daxwazên xelkê Xaneqînê hatine kirin tên zanîn. Piştre dê rewş bê nirxandin û
biryara guncaw bê standin, bi awayekî ku xizmeta mafên xelkên me bike û ewlehî
û aramiya bajarê me biparêze.
Em zarokên Xaneqînê ne û tekez dikin ku Xaneqîn bajarê me
hemûyan e, û em ji bilî xêr, ewlehî û aramiyê ti tiştekî din ji bo wê naxwazin,
her wiha em naxwazin bajarê me rastî tu fitne, nakokî yan ziyanekê bibe. Erka
me hemûyan e ku em yekrêziya xelkê wê û tevna wê ya civakî biparêzin, û bi
rêbazên qanûnî û destûrî daxwaza mafên xwe bikin.
Di heman demê de, em tekez dikin ku daxwazên me rewa ne û em
ê dest ji wan bernedin, û em ê wan bigihînin aliyên bilind û berpirs, bi
taybetî daxwazên me yên têkildarî cîbicîkirina madeya (140ê) ya destûrî û mafên
xelkê Xaneqînê.
Ji vir ve, em spasiya xwe ya kûr û pêzanîna xwe pêşkêşî hemû
xelkê birûmet ê Xaneqînê dikin ji ber pêşwazî, bersivdayîn û piştgiriya wan, û
em helwesta wan a niştimanî û berjewendiya wan a mezin a ji bo mafên bajar û
xelkê wê bilind dinirxînin.
Xaneqîn me dicivîne, yekrêziya me hêza me ye, mafên me yên
ku em bi qanûn û destûrê daxwaz dikin, û ewlehiya bajarê me û xelkê me li ser
hemû pîvanan e."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

