Di teqînekê de li Meksîka hejmarek kes birîndar bûn
Cîhan 09:55 AM - 2026-09-01
Ajans
Dîmenek ji cih teqînê
Li eyaleta
Zacatecas a Meksîkayê, di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de li dijî
qereqoleke polîsan 10 kes birîndar bûn, ku du ji wan bi giranî birîndar bûn.
Nivîsgeha
Serdozgerê Giştî li eyaleta Zacatecas ya Meksîkayê di daxuyaniyekê ragihand ku
teqînek bihêz li nêzîkî avahiya Daîreya Polîsan ya Ojocaliente li eyaletê rû da
û di encamê de 10 kesên ku di êrîşê de birîndar bûne, rewşa du kesan giran e.
Serdozger Cristian
Paul Camacho ji radyoya Grupo Formula re axivî û piştrast kir ku endamên
rêxistineke sûc şeva Yekşemê êrîşeke çekdarî li ser Navenda Polîsan pêk anîne û
got:Mixabin, êrîşkaran di kiryarên xwe de teqemenî jî bi kar anîne.
Camacho tekez kir
ku hêzên ewlehiyê operasyonek dane destpêkirin û got:Bi tevahî 10 kes birîndar
bûne, di nav wan de polîs jî hene.
Medyaya herêmî êrîş
wekî "teqîna otomobîleke bombebarkirî" bi nav kir, û li gorî îdiayên
ku ji hêla Serdozgerê Giştî ve hatine piştrast kirin, tê bawerkirin ku dibe ku
ji hêla endamên Kartelê Nifşê Nû ya Jalisco (CJNG), ku yek ji rêxistinên sûcdar
yên herî bihêz ên welêt e, ve hatibe kirin.
Ji aliyekî din ve,
Kabîneya Ewlehiyê ya hikûmeta Meksîkayê jî li ser vê mijarê daxuyaniyek da
û got:Piştî êrîşa bi teqemeniyek li dijî Daîreya Polîsan ya Ojocaliente, em bi
tevahî bi rayedarên dewletê re di lêpirsînên ku ji bo ronîkirina bûyeran û
tespîtkirin û girtina berpirsiyaran hatine destpêkirin de dixebitin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

