NY rojek navneteweyî ji bo rêzgirtina li jinên ku li kesên winda digerin pesend kir
Cîhan 11:08 AM - 2026-09-01
NY
NY rojek navneteweyî ji bo rêzgirtina li jinên ku li kesên winda digerin pesend kir
Civata Giştî ya
Neteweyên Yekbûyî proje yasayek ku ji hêla Sûriyê ve hatie pêşkêş kirin, pesend
kir daku 19ê Kanûna Pêşîn ya her salê wekî Roja Navneteweyî ya Rêzgirtina li
Jinên ku li Kesên Winda digerin were ragihandin, di pêngavekê deku armanc dike
ku êşa jinên ku hewldanên xwe ji bo lêgerîna çarenûsa xizmên xwe yên winda li
çaraliyê cîhanê terxan kirine, were ronîkirin.
Nûnerê Herdemî yê
Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî, Îbrahîm Elebî, di civîna Lijneya Giştî de got ku
welatê wî "ji qonaxeke tarî ku ev êş têde dihat înkarkirin û êşa
qurbaniyên wê dihat paşguhkirin, derbazî qonaxeke ku ronahîyê dihewîne
bûye", û tekez kir ku Sûriye kar dike ku vê pirsgirêkê "bi
şefafiyeteke tevahî" çareser bike û piştgiriya navneteweyî seferber bike
daku alîkariya kesên ku ji wê bandor bûne bike.
Her weha amaje bi
wê yekê kir ku,gelek jin, di nav de jinên Sûrî, bi yek ji mezintirîn qeyranên
kesên winda di dîroka nûjen de re rû bi rû mane, berxwedana wan û rola wan di
anîna vê pirsgirêkê bo forumên navneteweyî de pesnê xwe da, û destnîşan kir ku
hejmarek jin ne tenê li kesên winda digerin, lê di nav windayan de jî hene.
Ji aliyê xwe ve,
Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî pêşwazî li pejirandina bi yekdengî ya
biryarnameyê kir, û ew wekî reşnivîsa yekem ya ku ji aliyê Sûriyê ve di dîroka
xwe ya nûjen de pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin, bi nav kir, ku
veguherîna wê bo roleke bibandortir di forumên navneteweyî de û veguherandina
mijareke neteweyî bo mijareke mirovî bi pîvaneke cîhanî nîşan dide.
El-Şeybanî got:Ev
biryar jinên ku barê lêgerîna hezkiriyên xwe yên winda hilgirtine û bi salane
li bendê man û êş kişandin bêyî ku dev ji mafê xwe yê zanîna rastiyê berdin,
rêz digire, û tekez kir ku têkoşîna wan dê beşek ji rêwîtiya Sûriyê ber bi dadperweriyê
ve bimîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

