Encûmena Bilind a Dadweriyê: Lêkolîn bi DAÎŞên ku ji Sûriyê hatine veguhastin bi dawî bû
Êraq 11:30 AM - 2026-09-02
PUKMEDIA
Encûmena Bilind a Dadweriyê
Serokatiya Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê eşkere dike ku heta niha
lêkolîna bi pênc hezar û 704 çekdarên DAÎŞê re bi dawî hatiye û dibêje: Ew
kesên ku lêkolîn bi wan re hatiye kirin, tawanên giran kirine.
Di daxuyaniyekê de, Encmenê eşkere kiriye: Dadgeha Lêkolînê
ya Kerxê ya Yekem qonaxa lêpirsîn û lêkolîna doza pênc hezar û 704 çekdarên
Daîşê qedandiye, ku berê ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê bo Îraqê hatibûn
veguhestin.
Her wiha dibêje: Lêkolîn bi armanca amadekirina çekdaran e,
da ku li gorî belge û tawanên wan bêne şandin bo dadgeha taybetmend.
Li gorî daxuyaniyê, lêkolînên destpêkê di sibata 2026an de
dest pê kirine û lêkolîn bi rêya lêpirsîn, komkirin û hûrbînîkirina belgeyan
berdewam bûn heta ku gihîştin bi dawîanîna lêkolîna bi tevahiya tawanbaran re
bi armanca yekalîkirina dozên wan.
Pêvajoya hûrbîniyan diyar kiriye ku ev doz çekdarên ji 67
neteweyan di nava xwe de dihewîne; di nav de 16 neteweyên ereb, 19 netewe ji
welatên Yekîtiya Ewropayê û 32 regeznameyên biyaniyên din hene.
Di heman demê de, hejmara iraqiyan di nava tawanbaran de
gihîştiye sê hezar û 497 kesan û hejmara sûriyeyiyan jî 474 kes in.
Her wiha lêkolînan ew yek jî derxistine holê ku hejmarek
çekdar bi encamdana tawanên giran û navneteweyî yên li dijî pêkhateya êzidî
tawanbar in bi cureke şeş tawanbar rasterast berpirs bûn ji kolekirina keçên
êzidî, destserkirin, veguhestin û firotina wan.
Di dawiyê de, Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê
ragihandiye: Di lêkolînan de derketiye holê ku 457 girtiyên sûriyeyî ti tawan
li ser wan ne hatiye yekalîkirin û rêkarên azadkirina wan dest pê kirine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

