Nivîskarê diyar ê Misrî û dostê kurd Seyîd Ebdulfetah koça dawî kir

Cîhan 03:21 PM - 2026-09-03
Seyîd Ebdulfetah û Serok Mam Celal PUKMEDIA

Seyîd Ebdulfetah û Serok Mam Celal

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê û dostê dêrîn ê gelê kurd Dr. Seyîd Ebdulfetah, piştî çend salan ji têkoşîna bi nexweşiyê re, îro di temenê 53 saliyê de koça dawî kir.

Îro 3ê Îlona 2026an, nivîskarê navdar ê Misrî, dostê dêrîn ê gelê kurd, Serok Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Dr. Seyîd Ebdulfetah, piştî çend salan ji nexweşiyê li Qahîreyê koça dawî kir.

Nivîskarê bi nav û deng Seyîd Ebdulfetah, li gel serokatiya Navenda Qahîreyê ya Lêkolînên Kurdî, di heman demê de xwediyê gelek pirtûkan bûye li ser doza kurd.

Navbirî hevkarê herdemî yê medyaya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û zimanê fermî yê Yekîtiyê PUKMEDIA bûye û rolekî berçaw di nêzîkkirina çanda erebî û kurdî de lîstiye.

Seyîd Ebdulfetah Elî, nivîskar û akademîsyenê misrî ye, di sala 1973an de hatiye dinyayê, bawernameya baceloriyus di Kolêja mafê ya Zanîngeha Qahîreyê de standiye. Ji sala 1994an ve dest bi karê ragihandinê kiriye û di sala 2015an de ji ber rûmalkirina şerê li dijî DAIŞê yê li Sûriyê û Îraqê, xelata baştirîn rojnamevan wergirtiye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket