Serokwezîra berê ya Siwêdê spasiya Kurd û YNKê dike
Cîhan 01:24 PM - 2026-09-04
PUKMEDIA
Seroka Partiya Sosyal Demokrat a Siwêdê Magdalena Andersson
Seroka Partiya Sosyal Demokrat û Serokwezîra berê ya Siwêdê,
Magdalena Andersson di civîneke girseyî û berfireh de li Stokholmê paytexta
Siwêdê, daxwaza piştgirî û dengdayînê ji bo Partiya Sosyal Demokrat kir ji bo
her sê hilbijartinên Siwêdê.
Her weha wê serketina Sosyal Demokratan wekî mîsogeriya
parastina demokrasiyê bi nav kir, û di heman demê de spasiya gelê kurd û
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê kir ji bo piştgirî û alîkariya wan a ji
bo Sosyal Demokratan.
Seroka Partiya Sosyal Demokrat û Serokwezîra Berê ya Swêdê
Magdalena Andersson, daxuyaniyek da Kenala Gelê Kurdistanê û got: Ez
serbilind im bi wê nîşaneya ku min li bajarê Örebro girtiye (mebesta wê logoya
hevbeş a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Sosyal Demokratan e). Gelek kurd
xwediyê têgihiştineke aqilmend in ji bo siyasetê, her wiha siyaseteke me ya baş
ji bo hemwelatiyan bi giştî heye, di nav wan de jî ew kesên ku ji Kurdistanê
hatine.
Got jî: Ez bawer dikim şandeya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê li Siwêdê karekî pir baş
dikin, girîng e ku pirranî bi hev re bibin piştgir, ji ber ku Siwêd bi
hilbijartineke girîng re derbas dibe.
Tekez jî kir ku: Eger ez bibim Serokwezîra pêşerojê ya
Siwêdê, ez ê welat di demekî tijî bêîstiqrar de li dora hev kom bikim û yek
bixim. Yan jî alternatîf ev e ku, hikûmeteke wisa hebe ku di bin siya Partiya
Demokratên Siwêdê (SD) de bixebite, ku bingeha wê ya îdeolojîk li ser cudakarî
û qutbûnê ye û gotara tijî kîn belav dike. Her wiha ew partiyeke ku siyaseta wê
derxistina zarokên deh salî ye ku li Siwêdê mezin bûne, hay ji jiyana xwe hene
û bi başî dijîn; ev partî dixwazin destûrê rûniştinê yê mayînde ji wan
bistînin, ev jî li dijî bingehên sereke yên Siwêdê ye ku em jê re dibêjin 'erê
ji bo mayînê' — mebest jê ew e ku sozê me yê dayî nayê guhertin û divê destûra
rûniştinê ya ku hatiye dayîn neguhêrbar be.
Di berdewamiyaaxaftinaxwe de got: Hemû mirovên li cîhanê
xwediyê wî mafî ne ku bi aşitî û azadî bijîn û biryarê bidin li ser çarenûsa
pêşeroja xwe. Bê guman ez jî wekî Serokwezîr ez ê heman rêbazê bişopînim ku
partiya min li ser xebitiye, û pêwendiyeke min a baş û nêzîk dê bi organên
kurdî re li Swêdê û her wiha bi Kurdistanê re hebe, bi rastî ez pir hez dikim
ku serdana Kurdistanê jî bikim.
Di dawiyê de Magdalena Andersson ragihand: Deng bidin
Partiya Sosyal Demokrat! Rêjeya dengdêrên aliyan (blokan) nêzîkî hev dibe. Eger
hûn piştrast in ku hûn dixwazin ez bibim Serokwezîra Siwêdê, deng bidin Sosyal
Demokratan."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

